‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’ 2023-09-01 15:58:38 MÊRDÎN - Rêxistina DBP’ê ya Mêrdînê siyasetmedarê kurd Mehmet Sîncar bi bîr anî û got ku dewlet dixwaze ku ser doza Sîncar bê girtin.  Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar, dema ku çû cihê kuştina endamên Meclisa Partiya Demokrasiyê (DEP) Habîp Kiliç û Hîkmet Kiliç ji bo lêkolînan bike, tevî rêveberê Rêxistina DEP’ê yê Êlihê Metîn Ozdemîr ve di 4’ê Îlona 1993’yan de bi êrişeke çekdarî hatibûn kuştin. Sîncar di salvegera 30’emîn a qetilkirina xwe de ji aliyê rêxistina Partiya Herêmên Demomratîk (DBP) a Mêrdînê hat bibîranîn. DBP’ê ji bo bîranîna Sîncar li avahiya xwe daxuyanî da. Hevserokê DBP’ê yê bajêr Şerafettîn Aslan daxuyanî xwend.    Aslan diyar kir ku tê armanckirin ku ser doza Sîncar bê girtin û ew ê heta dawiyê dozê bişopînin û wiha axivî: “Yek ji dozên ku navê di nava rûpelên dîrokê de nivîsandiye jî bêguman doza Mehmet Sîncar e. Doza Mehmet Sîncar jî mîna doza Vedat Aydin û Musa Anter bi talûkeya demboriyê re rû bi rû ye. Weke ku tê zanîn, yekem Tûgaya Tolhildana Tirk berpirsyariya kuştina Sîncar girtibû ser xwe. Piştî sosretiya Susurlukê, cînayeta Kutlu Savaş, Mahmut Yildirim ku di der barê mijarê de raporek amade kir, îdia kir ku îtîrafkarên PKK'ê Alaattîn Kanat, Îsmaîl Yeşîlmen û Mesut Mahmutoglu, Sîncar qetil kirin e.”    ‘EM Ê QEBÛL NEKIN’    Aslan da zanîn ku hewl tê dayîn ku ser kuştina Sîncar bê nixumandin û got: “Lê belê ev bersûc bi hinceta biryara DMME’yê hatin berdan. Ji ber vê yekê doz hat sekinandin. Divê were zanîn ku derxistina kujerekî ji Hîzbullahê û hewldana bê encam hiştina pêvajoya dozê ji bilî hewldana veşartina cînayetên JÎTEM û Dewleta Kûr pê ve ne tiştekî din e. Vê pêvajoyê nîşan da ku li şûna eşkerekirin û darizandina kujerên Mehmet Sîncar, weke dozên Vedat Aydin, Apê Musa bê encam bihêlin û doz bi dawî bibe. Di doza Sîncar de em ê vê qebûl nekin. Em dibêjin ji niha û pê ve em ê van dozan bişopînin."