Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin 2023-09-01 16:10:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Baroyan di vekirina sala edlî de daxuyanî dan û diyar kirin ku pirsgirêka herî mezin a li pêşiya mafên mirovan hiqûq û demokrasiyê pirsgirêka kurd e û xwestin pirsgirêk bi rêbazên aştiyê were çareserkirin û tecrîd bê rakirin.     Baroyên gelek bajaran û rêxistinên hiqûqê bi boneya sala edlî ya serdema 2023-2024’an daxuyanî dan.    AMED   Baroya Amedê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da û parêzer beşdar bûn. Rêveberên ÎHD'ê û OHD'ê jî piştgirî dan daxuyaniyê. Serokê Baroyê Nahît Eren di daxuyaniyê de axivî û 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku îro ye bi bîr xist. Eren bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û rewşa girtiyên nexweş û xwest girtiyên nexweş ku nayên berdan û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan. Eren xwest astengiyên li pêşiya azadiya çapemenî û derbirînê jî bên rakirin. Eren bal kişand ser pirsgirêka kurd û xwest hemû astengî bên rakirin û pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin.    ÊLIH    Baroya Êlihê jî li ber Edliyeya Êlihê daxuyanî da û parêzer bi cubeyên xwe tev li bûn. Serokê Baroyê Erkan Şenses daxuyanî da û xwest astengiya li pêşiya çalakiya Dayikên Şemiyê bê rakirin. Şenses bal kişand ser îşkence û muameleya xerab û xwest ev îşkenceya sîstematîk were bidawîkirin.    RIHA    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê jî li ber avahiya Edliyeyê Rihayê daxuyanî da. Hevseroka OHD’a Rihayê Meral Halat di daxuyaniyê de axivî û daxwaza darazek serbixwe û bêteref kir. Halat bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û xwest tecrîd were rakirin û rê li ber azadî û mafan bê vekirin.    ÎZMÎR    Baroya Îzmîrê jî li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyanî da û gelek parêzer tev li bûn. Serokê Baroyê Sefa Yilmaz daxuyanî da.