Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome 2023-09-01 16:40:25 WAN - Li gundê Çamilî yê navçeya Qelqelî ya Wanê di encama bombebaranê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û dorpêça leşkeran a li ser gund hêj didome.    Li gundê Çamilî yê navçeya Qelqelî ya Wanê di encama bombebaranê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha 3 kes hatibûn binçavkirin. Di encama serdegirtinên duh bi şev hatine kirin de maleke ku kesek tê de nebû bi çekên giran hedef hate girtin. Bombebarana li malê bi saetan domiya. Di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û di serdegirtina mala li rex mala hatiye bombebarankirin de welatiyê bi navê Omer Kiliççeken û kurê wî Samî Kiliççeken hatin binçavkirin.    3 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Hat zanîn ku dorpêça leşkerî ya li ser gund hêj didome. Li navçeya Qelqeliyê jî welatiyên bi navên Abdurrahman Bedîr hate binçavkirin. Hat diyarkirin ku her 3 welatî li Qereqola Cendirmeyan a Qelqeliyê dihatin ragirtin û piştre jî sewqî Fermandariya Cendirmeyan a Wanê hatin kirin.    Di vê navberê de şandeyeke ji endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk û nûnerên rêxistinên civaka sivîl pêk tê dê biçe gund û welatiyan ziyaret bike.