Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin 2023-09-01 19:30:19       ŞIRNEX-Cenazeyê endamê HPG’ê Diljar Hazar pîştî 5 salan radestî malbata wî hat kirin.   Li herêma Besta ya girêdayî Şirnexê, di sala 2018’an di navbera leşkerên tirk û endamên HPG’ê de pêvçûn rû dabû. Di pêvçûnê de endamê HPG’ê Diljar Hazar jiyana xwe ji dest dabû û piştre jî cenazeyê Hazar anîbûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbata Hazar, di heman salê de ji bo testa DNA’yê xwîn dabû, lê cenaze li goristana bêkesan a bajer hatibû definkirin.   Piştî 5 salan midûriyeta polîsan telefonî malbata Hazar kir û gotin ku encamên DNA'yê li hev derketine. Malbata Hazar jî ji bo wergirtina cenaze çû Şirnexê û cenazeyê Hazar ji goristana bêkesan wergirt. Cenazeyê Hazar li navçeya Hezexê bi tevlîbûna endamên MEYA-DER, rêxistina HDP’ê ya navçeyê li goristana Şêxhesen hat definkirin.