Cenazeyê Ûzûn hat definkirin 2023-09-01 21:26:53   ERZIROM - Cenazeyê Yilmaz Ûzûn ku di sala 2020'an de li Sêrtê di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû û hestiyên wî di hundirê qutiyekê de radestî malbata wî hatin kirin, hat definkirin.    Hestiyên Yilmaz Ûzûn (Tolhildan Tekman) ê di sala 2020'î de li Sêrtê tevî 5 hevalên xwe di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 3 salan radestî malbata wî hatin kirin. Çendî malbatê ji bi teşxîskirina cenaze di sala 2020'î de xwîn dabû û encamên wê diyar bûbûn jî, haya malbatê pê nehatibû xistin û cenaze li goristana bêkesan hatibû veşartin.    Cenazeyê Ûzûn piştî 3 salan radestî malbatê hat kirin û malbat ber bi navçeya Tatos a Erziromê bi rê ket. Malbatê xwest cenazeyê xwe li gundê Bastokê defin bike, lê belê ji bo cenaze wesayita cenaze nehat dayîn û nehat hiştin mele nimêja cenaze bike. Ji bo definkirina cenaze tenê destûra ferdên malbatê hat dayîn. Cenaze di bin dorpêça leşkeran de hat definkirin.