Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e 2023-09-02 09:39:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Naîl Demîr (59) ê di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de cih digire piştî 30 salan hat berdan. Demîr kêliya ku ji hepsê derket got, “Berxwedan jiyan e.”    Naîl Demîr ê 59 salî ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, piştî 30 salan ji girtîgehê hat tehliyekirin.    Demîr ji Girtîgeha Afyonkarahîsar a Jimara 1’an a Tîpa T’yê hat berdan. Diviyabû ku Demîr di 12’ê tebaxê de bê berdan lê bi biryara Desteya Îdare û Çavdêriya girtîgehê berdana wî 6 meh hat taloqkirin. Demîr li gel ku nexweşiya prostat û penceşêra kolon pê re heye jî berdana wî hat taloqkirin. Demîr her çiqas serî li dadgeriya înfazê da jî lê serlêdan hat redkirin. Lê piştî ku serlêdana Demîr li dadgeha cezayê giran hat qebûlkirin, biryara berdana wî hat dayîn.    BOZAN TALOQKIRINÊ BIRIBÛ ROJEVA MECLISÊ    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan taloqkirina berdana Demîr biribû rojeva Meclisê û rewşa girtî ji Wezîrê Dadê pirs kiribû.    ‘BERXWEDAN JIYAN E’   Bozan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal dîmenê berdana Demîr parve kir. Demîr ê ku hatiye berdan kêfxweşiya xwe wiha aniye ziman: “Ez gelek kêfxweş im. Bi rastî jî bawer nakim ku derketime. Berxwedan jiyan e. Bijî berxwedan bimire faşîzm.”