Şaxên ÎHD'ê: Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê vekin 2023-09-02 14:21:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên ÎHD’ê li gelek bajaran daxuyanî dan û piştgiriya Dayikên Şemiyê kirin û hat xwestin ku Walîtiya Stenbolê dest ji sûcê li dijî biryara AYM’ê dike berde.    Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hin bajaran ji bo balê bikişînin ser astengî û êrişa li ser Dayikên Şemiyê daxuyanî dan û piştgirî dan dayikan.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê ji bo piştgirî bide Dayikên Şemiyê li navçeya Silopiya daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan, Dayikên Aştiye, rêveberên Partiya Çepên Kesk, endamên Genel-Îşê, aktîvîstên TJA’yê û malbatên windayan tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta, “Em ê li ser daxwazên xwe yên rewa yên  hiqûqê israr bikin. Qada Galatasarayê ya Dayikên Şemiyê ye” hat vekirin.   Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD’a Şirnexê Haşim Togûrlû ve hat xwendin. Togûrlû diyar kir ku Walitiya Stanbolê bi qedexekirina Qada Galatasarayê sûc dike û wiha got: “Walîtiya Stenbolê biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) nas nake û di binpêkirinan de israr dike. Ev eşkere sûc dikin. Welatiyên ku dixwazin mafên xwe yên destûrî bi kar bînin, bêyî hinceteke qanûnî rastî lêdanê tên, bi kelepçeyan ji pişt ve tên girtin. Gelo ev normal e? Birêz Wezîrê Navxweyî we bi sonda ku li ser namûs û şerefa xwe xwaribû, we bawerî da civakê ku hûn ê li gorî Destûra Bingehîn tevbigerin. Em hêvî dikin ku hûn vê sondê bi cih bînin. Heke ku hûn pêk neyînin jî îstifa bikin. Em ê dev ji têkoşîna xwe ya lêgerîna windayên xwe bernedin.”   Piştre li ser navê xizmên windayan birayê Serokê Navçeya HADEP'ê Serdar Taniş ê di 25'ê Çileya 2001'an de di binçavan de hat windakirin axivî. Taniş diyar kir ku heta berpirsyar hesab didin ew ê têbikoşin.   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Winda bila bên dîtin bersûc hesab bidin” bi dawî bû.   Şaxên ÎHD’ê yên Wanê, Rihayê, Edene, Mêrsîn, Îzmîrê jî ji bo piştgiriya Dayikên Şemiyê daxuyanî dan û hat xwestin ku Qada Galatasarayê li çalakiya Dayikên Şemiyê bê vekirin û zextên li ser wan bi dawî bibin.