Jiyana girtiya nexweş Karaguzel di xetereyê de ye 2023-09-02 14:47:27   STENBOL - ÎHD’a Stenbolê diyar kir ku Dayhika Aştiyê Muhlîse Karaguzel a li hepsê sê caran krîza dil derbas kiriye û nikare bi tena serê xwe bimîne tevî raporên ATK’ê jî nayê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya “Rûniştina F” a her hefte li dar dixe di hefteya 597’emîn de li ber avahiya komeleyê li dar xist. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankart hatin vekrin û dirûşm hatin berzkirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel a 62 salî û ji sedî 90 astengdar e û niha li Girtîgeha Menmena Îzmîrê ya Tîpa R’yê tê ragirtin. Endama ÎHD’ê Meryem Bars daxuyaniyê xwend.    NEÇARIN KU TEDBÎRAN BIGIRIN    Bars mirina girtiyê nexweş Şakir Tûran bi bîr xist û got: “Girtîgeh veguherîne cihên mirinê.” Bars anî ziman ku rayedar di mijara girtiyên nexweş de xemsar tevdigere û rayeya xwe pêk nayînin. Bars da zanîn ku divê gavek beriya gavekê tedbîr bên girtin û girtiyên nexweş bên berdan.    JI SEDÎ 90 ASTENGDAR E    Bars bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel a ji sedî 90 astengdar e ku niha li Girtîgeha Menemena Îzmîrê tê ragirtin û wiha got: “Ew Dayika Aştiyê ye û ji ber xebatên xwe yên aştiyê hatiye girtin. Piştî hat girtin sê caran li ser hev krîza dil deras kiriye. Nexweşiyên wek dil, diyabet, hipertansiyon, astim, fitiqa pişt û stû bi Karaguzel re hene. Ji ber şekirê wê radibe zerarê daye çav û gurcikên wê. Jana wê ya giran heye. Ji ber astim pê re heye bi zehmetî bêhnê dide û distîne. Tevî ewqas nexweş e û rapora wê ya astengdariyê heye jî pêdiviyên wan bicih nayên û her ku diçe rewşa tenduristiya wê xera dibe.”   TEVÎ RAPORÊ JÎ NAYÊ BERDAN    Bars anî ziman ku Muhlîse Karaguzel ji ber çavên xwe gelek caran anjiyoya çav bûye û divê Karaguzel bi lezgînî were emeliyatkirin. Bars diyar kir ku li gel ku rapora ATK’ê ya “nikare di hepsê de bimîne” heye jî nayê berdan.    BANGA HESTIYARIYÊ    Bars destnîşan kir ku li gel Karaguzel tevî nexweşînên giran lê peyda bûne jî di şertên “tecrîdê” tê hiştin û got: “Ev tê wateya ku Muhlîse Karaguzel terkî mirinê hatiye kirin.” Bars ji bo berdana girtiyên nexweş û hemû girtiyên din rayedaran vexwend ser wezîfeyê