Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kirin 2023-09-02 15:44:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Almanyayê û Fransayê meş û çalakiyên ku bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” tên lidarxistin, dest pê kirin.    Ev 30 meh in tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin ku li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîdan girankirî de ye. Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê, ji bo Abdullah Ocalan li bajarên Hambûrg, Dusseldorf, Berlîn, Hannover ên Almanyayê û bajarên Rennes, Parîs û Strasboûrg ên Fransayê bi dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statur” meş û mitîngan li dar dixin.   Çalakiya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi meşê dest pê kir.   Ji bo meşa ku bi banga hevpar a KCDK-E, TJK-E, TCŞ û ADGB’ê hatî lidarxistin, Kurdistanî û dostên wan ên li başûrê Almanyayê, Swîsre û Rojhilatê Fransayê dijîn, ji saet 10.00’an û şûn de li Qada Strasboûrg Place de la Repûblîqûe yê kom bûn. Gel bal dikîşîne ser durûtiya Meclisa Parlameteran a Konseya Ewropayê, Parlementoya Ewropayê û CPT’ê.   Gel di derdora saet 12.30’an de dest bi meşê kir. Piştî meşê li Qada Avenûe de l’Eûrope mitîng tê lidarxistin.    Li qada mitîngê Parlamenterê Konseya Ewropa ya Fransayê Emmanûel Fernandes, ji parêzerên Abdullah Ocalan, Omer Guneş, hevserokên KNK û KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever, li ser navê TJK-E’yê Selma Surer û li ser navê rêxistinên ciwanên kurd ên Ewropayê jî Baz Mordem Koçer wê biaxivin.   DUSSELDORF   Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Elmanyayê (KON-MED) bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşmeyên “Ji Kurdan re statu” û “Ji Rêber Apo re azadî” li ber stasyona trenê ya li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê daxuyanî da.   Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ber stasyona trenê li hev civiyan, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hilgirtin û dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Ji Abdullah Ocalan re azadî” û “Faşîst Erdogan” berz kirin.   Piştî deqeyeke rêzgirtinê Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Ayten Kaplan bi almanî axaftinek kir. Kaplan bi bîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di encama hevkariya dewletên navnetweyî de hatiye girtin û got: “Tecrîda ku 25 sal in li dijî Rêber Apo tê meşandin, ev 30 meh in veguheriye êşkenceya bênavber. Hemû sazî û dewletên ku ji dîlgirtina Rêber Apo berpirsiyar in, şirîkên polîtîkayên tecrîdê ne ku îro tê meşandin. Gelê Kurd wê ji bo azadiya Rêber Apo li seranserê cîhanê dakevin qadan.”   Hevseroka FED-MED’ê Şevîn Sîncar jî axivî û wiha got: “Berpirsên yekem ên tecrîda li ser Rêber Apo, dewletên navteweyî ne ku Rêber Apo dîl girtin. CPT’yê divê derbarê Rêber Apo de demildest daxuyaniyek bide. Heta ku Rêberê me azad bibe wê çalakiyên me bidomin.”   Piştî axaftinan girse bi posterê mezin a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji stasyona trenê heta kolana herî qerebalix a Dusseldorfê Konigsallee ve meşiyan. Piştî meşê çalakî bi dawî bû.   STRASBOURG   Kurdistanî û dostên xwe ku li qada Place de la République a Strasboûrgê hatin ba hev, bi dirûşmeya "Azadî ji bo Ocalan, statu ji bo Kurdistanê" saet di 12.30’an de dest bi meşê kir û heta ber Konseya Ewropayê dirûşme berz kirin û meşiyan. Gava meşê bal bi ser tecrîdê de hat birin. Bi pişt re li ber avahiya Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê mîtîng hat lidarxistin.   Mîtîng bi rêzgirtinê dest pê bû. Destpêkê Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut axivî. Zubeyde Zumrut îşaret bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û got: "Em bang li Konseya Ewropayê û CPT’yê dikin. Hûn bi erka xwe ranabin. Dewleta Tirk li Îmraliyê êşkenceyê dike. Hûn jî ji vê tecrîdê berpirs in. Rêber Apo ji bo Kurdan xeta sor e. Em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin. Aştiyeke mayînde bi pêkhatina azadiya Rêber Apo pêkan e."    ‘BILA PKK JI LÎSTA TERORÊ BÊ DERXISTIN’   Parlamenterê Konseya Ewropayê ya Fransayê Emmanûel Fernandes ku tev li mîtîngê bû, wiha got: "Ji bo dawî li vê tecrîdê were, em ê hewil bidin. Divê PKK ji lîsta terorê bê derxistin."   ‘PEYAMA DEWLETÊ KU DIDE ME: EM Ê HEMÛ RÊBERÊN WÊ JI HOLÊ RABIKIN’   Omer Guneş ku parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, diyar kir ku wan miwekîlên xwe her serlêdanên hiqûqî kirine û wiha axivî: "CPT’yê neh caran li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Rapor weşandin. Bi wan raporan derket holê ku Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke çiqas giran de ye. Rêzdar Abdullah Ocalan hem rêberekê gel e hem jî teorîsyenê aştiya li Rojhilata Navîn e. Berê jî dewleta Tirk bi awayên cur bi cur zext û mielemeya xerab kirin. Hevdîtina ku sala 2007’an me pê re kir, bi eşkerehî behs ji me re kir. Dewletê cezayê ku da birêz Abdullah Ocalan salvegera roja bidarvekirina Şêx Saîd diyar kir. Dewlet ji me re wiha dibêje. Em ê hemû rêberên we tune bikin. 25 sal in li dijî van têdikoşin û em ê ji niha û pê ve jî têbikoşin."   Li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Selma Surer axavtin kir. Surer, got ku heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe ew ê têbikoşin û ev gotin kirin: "Heta Rêber Apo azad bibe em ê li kuçeyan bin. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye jî. Di dîrokê de tu rêberî ew qas rêya azadiyê li ber jinan venekiriye. Ji wê boneyê heta Rêber Apo azad bibe em ê têbikoşin."   Dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Azadî ji bo Ocalan" hatin berzkirin û mîtîng qediya.   PARÎS   Bi dirûşmeya "Azadî ji bo Kurdistanê" Kurdistaniyan û dostên wan careke din li Parîsa paytexta Fransayê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.   Çalakî saet di 16.00’an de li qada Paris Républiqueê dest pê bû. Partiya Komunîst a Fransî, Komeleya France – Kurdistanê, MRAP û nûnerên rêxistinên Fransayî jî tev li çalakiyê bûn. Flamayên "Azadî ji bo Abdullah Ocalan" di çalakiyê de hatin hildan û bêyî sekin dirûşme hatin berzkirin.   Danezana hevpar a Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) gava meşê hat belavkirin. Meş qada Bastîlleê berdewam bû û bal bi ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hat birin.   Meş li qada Bastîlleê bi dawî bû û mîtîng hat lidarxistin. Bi deqeyekê rêz hat girtin û Hevseroka CDK-F’ê Xanê Akdogan wiha axivî: "30 meh in bi tu awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin. Hiqûqa herêmî û navneteweyî nayên hesabkirin û tecrîdeke bi giştî li ser Kurdan û rêberê wan berdewam e. Me bang li hemû hêzên navneteweyî û dewletan e; dengê xwe ji vê êşkenceya bi faşîzanî ya Erdogan re bikin."   Hevserokê MRAP’ê Renée Lemînot û Serokê Koordînasyona Dostaniya Kurdan Pascall Tore ku tev li çalakiyê bûn, axivîn û got: "Rêberê Gelê Kurd, hemû exlaqê mirovahiyê û hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û tê tecrîdkirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi berdana Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsta terorê ye."   Dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hat berzkirin û çalakî qediya.   RENNES   Kurdistanî, saet di 17.00’an de li Place du Colombier a Rennesê ku bajarekê Fransayê ye, hatin ba hev û bi deqeyekê rêz girt. Têkildarê tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin. Girseyê da xuyakirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe ew ê terka qadan nekin.   HAMBÛRG   Bi sedan Kurdistanî û dostên xwe li Hambûrgê ku bajarekê Elmanyayê ye, li dijî polîtîkayên tecrîdê meşiyan. Meş bi şiara "Azadî ji bo Ocalan, statu ji bo Kurdistanê" saet di 15.30’an de li îstgeha navendî ya Hambûrgê dest pê bû.   Meş bi rêzgirtinê dest pê bû. Parlamenterê berê Dîe Lînkeê Martîn Dolzer ku gava meşê axivî, îşaret bi polîtîkayên şer û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û got: "Me daxwaz ew e ku zû bi zû derfeta xwegihandina Abdullah Ocalan û hevalên wî yên girtî  li Îmraliyê bê dayîn. Divê dawî li şertên îzolasyonê bê. Me her wiha bang li saziyên navneteweyî û Komîteya Girtina Ber Li Êşkenceyê (CPT) ew e ku bi erka xwe rabibin û dawiyê li tecrîda li Îmraliyê bînin.   Martîn Dolzer bang li dewleta Elman kir û got: "Bi polîtîkayên bi êrîşkarî yên dewleta Tirk re nebin piştgir."   Hevseroka FED-DEM’ê Sebahat Ergîn jî anî ziman ku divê polîtîkayên tecrîdê bên şikandin û wiha got: "Divê kêfa me were ku Rêbertiyeke wiha ji nava Kurdan derketiye. Lê em têr li Rêbertiya xwe nabin xwedî."   Girse bi pişt re heta ber rojnameya Bîldê ku li Axel-Sprînger-Platzê ye, meşiya.   Kurdistaniyan û dostên xwe di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartê li ser "Azadî ji bo Ocalan" hildan û bêyî sekin dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bi hezaran caran silav li Îmraliyê", "Azadî ji bo Ocalan, statu ji bo Kurdistanê" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.   HANNOVER   Li Hannoverê ku bajarekê Elmanyayê ye, bi şiara "Azadî ji bo Rêber Apo, statu ji bo Kurdistanê" ji îstgeha trenan ta Georgeplatzê meş û mîtîng hatin lidarxistin.   Ji xeynê Kurdistaniyan û dostên Kurdistaniyan ên Elman, Women Defend Rojava û Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî yên li Ewropayê (ATÎK) a Hannoverê tev li meşê bûn.   Gava meşê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan, bêyî sekin dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe", "Azadî ji bo Abdullah Ocalan" û "Erdoganê faşîst" hatin berzkirin.