Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hat kirin 2023-09-02 18:26:30   NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser rêya Girkê Legê-Dêrikê êrişî wesayîtekê hat kirin. Di êrişê de kesên jiyana xwe ji dest dane hene.    Li ser rêya Girkê Legê-Dêrikê yên bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişî wesyaîtekê hat kirin. Li gor nûçeya Rojnewsê êriş li nêzî gundê Gurgirka yê navçeya Girkê Legê hatiye kirin. Hat ragihandin ku ji kesên di wesayîtê de hin jê jiyana xwe ji dest dane.