Ûçar û Aydenîzê serdana malbata Tûran kirin 2023-09-02 21:45:08   MÊRDÎN – Hevberdveka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, serdana malbata Şakir Tûran ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da kirin.    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DB) Salîha Aydenîz û yên li gel wan, li gundê Şûtê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê serdana malbata Şakir Tûran ê di Girtîgeha Erzinganê ya Tîpa L'yê de jiyana xwe ji dest da kirin.     Ûçar ku di serdanê de axivî sersaxî ji malbatê re xwest. Ûçarê bilêv kir ku ji bo ku mirov rewşa welatekî fêm bike divê mirov li girtîgehên wê mêze bike û got: "Em jî li pişt gotina Şakir Tûran in ku got 'Serê min bilind e û min paş d egav neavêt.'  Ji bo welatekî adiltir û ji bo siberojê çi ji destê me bê em ê bikin. Bila serê me hemûyan sax be."    Aydenîzê jî destnîşan kir ku ew çi qas zilmê û zilimkariyê bikin jî ew ê bi tifaqê li ber xwe bidin û got: "Ev rê rêya rastiyê ye. Ev rê dê heya azadî bi dest bikeve bidome."    Şande demekê li cem malbatê me û paşê ji gund derket.