Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan 2023-09-02 21:50:27   STENBOL- 32 kesên di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin, hatin berdan.    Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê vê hefteyê jî xwestin çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin, lê dîsa rastî êrişa polîsan hatin. Di êrişê de 32 kes hatin binçavkirin. Mirovên Şemiyê yên hatin binçavkirin piştî îfadeya li midûriyeta polîsan ji bo kontrolkirina tenduristiyê sewqî enxweşxaneyê hatin kirin û piştî kontrolkirina tenduristiyê her 32 kes hatin berdan.    Navê kesên hatin berdan wiha ye: “Hanife Yıldız, Maside Ocak, Mikail Kırbayır, Besna Tosun, Ali Tosun, Ali Ocak, Gülseren Yoleri, Leman Yurtsever, İsmail Yücel, Hasan Karakoç, Hatice Onaran, Davut Arslan, Begali Kurnaz, Taylan Bekin, Doğan Özkan, Hüseyin Aygül, Salim Derelioğlu, Fatma Akaltun, Doğu Kaan Uçan, Roza Kahya, Semiha Arı, Evrim Şerifoğlu, Nazım Dikbaş, Aslı Tokanay, Ömer Kavran, Esra Yılmaz, Deniz Aytaç, Mete Demircigil, Rüya Kurtuluş, Ali Şahin, Funda Şahin ve Perihan Deniz.”