Qeyûm park bê av û dar hiştine! 2023-09-03 09:02:21 ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê ku bi salane pirsgirêka avê lê heye, qeyûm park bê dar û av hiştin. Li parkên darek tune ye ku şêniyên navçeyê li ber siya wan rûnên.    Di hilbijartinên xwecihî yê 31'ê adara 2019'an de ji aliyê desthilata AKP'ê ve gelek şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin desteserkirin. Yek ji van şaredariyan jî şaredariya Hezexê ya Şirnexê bû. Şaredariya ku HDP'ê rêjeyeke zêde ya dengan bi dest xist, qeyûm tayinî wê hat kirin. Beriya tayinkirina qeyûman projeyên ku rêveberiya HDP'ê ew danîbûn ber xwe, bi tayinkirina qeyûm Zafer Sag re hatin betalkirin. Projeya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya navçeyê hatibû amadekirin jî hatibû betalkirin. Di 5 salan de 3 qeyûm yê bi navê Zafer Sag, Refîk Ozsoy û Anil Adiguzel li şaredariyê hatin tayinkirin. Herî dawî weke qeymeqam û qeyûmê şaredariyê Anil Adiguzel hat tayinkirin. Şaredariya ku heta niha sê qeyûm guherandiye heta îro tu xizmeteke berbiçav nekiriye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya ku li navçeyê êdî bûye pirsgirêkeke mayinde, heta niha tu çare nehatine dîtin. Navçeya ku nifûsa wê 76 hezar e, pirsgirêka wê ya avê nayê çareserkirin.    Qeyûmê ku nekarî pirsgirêka avê çareser bike, li parkên navçeyê jî darek neçandiye. Parka "Şehît Tumgeneral Aydogan Aydin" ya li taxa Atakentê yek darek jî nehatiye çandin. Ji ber ku dar li parkê tune ne û amûrên li hemû zengar girtine û riziyan e, kes naçê. Çîmênên parkê jî ji ber ku nehatine avdan hişk bûne û betona li nava parkê jî rabûye. Li parka li taxa jor a ji bo zarokan hatibû çêkirin jî di heman halî de ye. Li parkê ne dar ne jî çîmen hene û amûrên tê de jî hatine şikandin.    Hevşaredara Hezexê ya HDP'î Songul Erden ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, der barê mijarê de axivî.    'JI BO KU PARKÊN XWE HÊŞÎN BIHÊLÎN ME KAMPANYA DABÛN DESTPÊKIRIN   Erdenê diyar kir ku ji roja ku qeyûm hatiye tayinkirin heta niha yek qadeke hêşîn nehiştiye ku gel biçê lê rûnê û wiha axivî:" Ji xwe ev bi salan e rê û parkên vê navçeyê xerabe ne. Parkên me hemû wêran kirin û talan kirin. Her wiha pirsgirêka navçeyê ya avê heye. Parkek nehiştine ku zarok, jin û ciwan biçin li bin siya darên wan rûnên. Dema ku em li ser kar bûn, em her hefteyê carekê diçûn li parkê xwe digeriyan û me ew raçav dikirin û me serdana gel dikir. Me li çîm û darên parkan dinêriya ku pirsgirêkek heye yan na. Ji bo ku parkên xwe hêşintir bikin me kampanya dabûn destpêkirin. Her hefteyê carekî em diçûn me parkên xwe paqij dikirin. Lê niha bê xwedî mane. Qeyûm ji wêrankirina bajaran, taxan, parkan pêvtir tiştekî din nake. Heta niha ji xeynî talankirina navçeyê tiştekî din nekirine."   'JI BO AVDANÊ ME TANKER KÎRE KIRIN'   Erdenê bi lêv kir ku wêrankirina parkan bênefeshiştina gel e û got: "Me rêveberiya HDP'ê tankerek kirîbû û du tanker jî me kirê kiribûn. Me ev tanker bi ava bendavê tije dikir û pê park av didan. Ji bo ku darên me û çîmênên parkên me hişk nebin her hewldanek me hebû. Lê niha qeyûm ev parq tune kirine. Divê ku qadên hêşîn hebin ku gel biçe tê de rûnê. Lê mixabin îro qeyûm parkên me talan kirine û li Hezexê park nema ne ku gel biçe wan, li bin siya darekî wan rûnê."   MA / Zeynep Durgut