Li Gîresûn û Samsûnê lehî rabûn 2023-09-03 11:13:51   GÎRESÛN - Duh ji êvarê heta niha li Herêma Behra Reş baraneke zêde dibare. Ji ber barana zêde, li Gîresûn û Samsûnê lehî rabûn, rê xera bûn û gelek mal di bin avê de man.    Duh ji êvarê heta niha li Herêma Behra Reş baraneke zêde dibare. Ji ber barana zêde, li Gîresûn û Samsûnê lehî rabûn. Li Gîresûnê li devera bendergeh û rawestgeha Keşapê yên li Rêya Qeraxê ya Behra Reş av kom bû. Li Ordu û Trabzonê jî rê heta demekî ji trafîkê re hatin girtin.    Li devera Sazbeyî ya navenda Gîresûnê hinek jêrzemînên kargehan di bin avê de man. Xebatên komên şaredariyê yên ji bo valakirina van ava di van jêrzemînan û li kolanan didome.    LI SAMSÛNÊ RÊ XERA BÛN    Li Samsûnê jî ji ber barana zêde lehî rabûn. Herêma pîşesaziyê, mal, kargeh, jêrebihûr û park di bin avê de man. Vê rewşê bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan kir. Li navçeya Canîkê sîteyên pîşesaziyê di bin avê de man, bulwar, cade û rêyê navçeya Îlkadimê jî di bin avê de man. Jêrebihûr tije av bûn, rê xera bûn û welatî di rêyan de asê man. 4 welatiyên di jêrebihûrê de asê mabûn bi melevaniyan xwe xelas kirin.