Yek ji rûspiyên eşîra El Elî: Pêdivî bi operasyona HSD’ê hebû 2023-09-03 11:48:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji rûspiyên eşîra El Elî ya Reqayê Remedan El Rehal diyar kir ku ew piştgiriyê didin “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” ya HSD’ê û ev tişt anî ziman: “Ji bo paqijkirina hucreyên DAIŞ’ê û tiryakfiroşan li herêmê, pêdivî bi vê operasyonê hebû.”    Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser bangewaziyên xelk û rûspiyên Dêrazorê, di 27’ê tebaxê de li dijî şaneyên DAIŞ’ê û bazirganên tiryakê dest bi “Operasyona Xurkirina Ewlehiyê” kir. Xelkê herêmê û rûspiyên wê piştgiriyê didin operasyonê. Ji rûspiyên eşîra El Elî Şêx Remedan El Rehal têkildarî operasyonê bo ANHA’yê axivî û got ku pêdivî bi vê operasyonê hebû.    El Rehal, diyar kir ku divê şaneyên DAIŞ’ê û bazirganên tiryakê bên girtin û ev tişt anî ziman: “Hewceye ewlehiya li herêmê xurt bibe. Em piştgiriyê didin HSD’ê. Ji ber ku tiryak bandorekî neyînî li civakê dike. Banga min ji bo hemû eşîran ew e ku li rex HSD’ê cih bigirin û ji bo ewlehiyê çi ji destê wan tê bikin. Divê kesên tevliheviyê çêdikin û dixwazin îstiqrara herêmê têk bibin bên girtin. Banga me ji bo xelkê herêmê ew e ku piştgiriyê bidin hêzên me û jê re bibin alîkar.”   Herî dawî jî El Rehal bang kir ku operasyon berfirehtir bibe da ku tevahiya şaneyên DAIŞ’ê û bazirganên tiryakê bên tunekirin.