Şîna Uzun bi girseyî hat ziyaretkirin: Dê ev têkoşîna sed salî bidome 2023-09-03 16:47:31   ERZIROM - Ji bo Yilmaz Uzun ku hestiyên wî 3 sal piştre di qutiyekê de radestî malbata wî hatibûn kirin, şîn hate danîn. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di şînê de axivî û wiha got: “Ev, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê ev sûc di raya giştî de were parvekirin.” Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî got ku dê têkoşîna wan a sedsalî bidome.    Şandeyeke ku Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di nav de bû, çû serdana şîna endamê HPG’ê Yilmaz Uzun (Tolhildan Tekman) ku di sala 2020’an de li Sêrtê tevî 5 hevalên xwe di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû û hestiyên wî di qutiyekê de radestî malbata wî hatibû kirin. Şîn, li Taxa Bastokê ya navçeya Tatos a Erziromê hatibû danîn. Şandeya ji bo şînê diçû, heta gund li gelek noqteyan hate sekinandin û kontrola GBT’ê hate kirin.    Şande di ketina Tatosê de heta demekî dirêj bi hinceta “qedexe ye” hate sekiandin. Ketina taxa şîn lê hatiye danîn jî ji hêla cendirmeyan ve hate girtin. Kesên ji bajarên derdorê hatin di ketina gund de hatin gel hev. Tevî hemû astengkirinan jî şande bi girseyî çû û bi dirûşma “Şehîd namirin” tev li şînê bû.    ‘SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’   Di serdanê de ji ewil deqeyek rêz hate girtin û piştre jî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk, wiha got: “Dewleta tirk zexta xwe dîsa bi vî rengî nîşanî me da. Dema mijara behsa xeberê dibe kurd, zext û zilm tê bîra mirov. Piştî Halîse Aksoy û Alî Riza niha jî heman tişt bi serê vê malbata me anîn. Ev, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê raya giştî hay ji van sûcan hebe. Her ku zilam îktîdarê mezin dibe, sekna birûmet a gelê kurd jî hezar carî mezintir dibe. Bi roja ye ev gund di bin dorpêçê de ye. Nehiştin merasîma definkirinê bê lidarxistin û wesayîta cenazeyê nedan. Hûn dê hesaba van kiryarên xwe bidin. Ev bû 3 roj mela nehatiye gund. Heta dayîna bangî jî qedexe kirine. Em li vir careke din soz didin malbata xwe; rêya me rêyeke birûmet e, em têkoşîna nasnameyê didin. Heta em di vê rêyê de aştiyê pêk tînin jî dê têkoşîna me bidome.”    ‘PÊDIVIYA GELÊ KURD BI TU KESEKÎ NÎNE’   Piştre jî Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Uçar, diyar kir ku îktîdara heyî hemû polîtîkayên xwe li dijî gelê kurd bi kar tîne û wiha domand: “Zextê li miriyên kurdan dike, li kurdên hem li derveyî welat hem jî li welat dike. Dê têkoşîna gelê kurd a li dijî van zextan bidome. Ji Kongreya Erziromê ya sed sal berê em hatin van rojan ku hestiyên zarokên gelê kurd di qutiyan de radestî wan tên kirin. Cenazeyê Agît Îpek di kargoyê de hate radestkirin, cenazeyê Hakan Arslan di qutiyê de hate dayîn û niha jî hestiyên Yilmaz Uzun hatin dayîn. Em ê vê têkoşîna sedsalî bidomînin. Îktîdarek heye ku di hemû şertan de serî li şer dide. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ‘ez ê di nava hefteyekê de çareseriyê pêk bînim. Deklarasyona di sala 2013’an de ji hêla birêz Abdullah Ocalan ve hatiye weşandin hêj di bîra me de ye. Hewl dan vî cenazeyî bi tenê bihêlin lê îro em li her bajarên Kurdistanê xwedî lê derketin. Pêdiviya gelê kurd bi tu kesekî nîne. Em bi xwe xwedî li cenazeyê xwe derdikevin û têkoşîna xwe jî me bi destên xwe afirand. Em ê vê têkoşînê mezintir bikin.”    ‘EM SOZ DIDIN ŞEHÎDAN’   Bavê Uzun, Îbrahîm Uzun jî ji ber serdanê spasiya şandeyê kir û wiha got: “Beriya her tiştekî divê mirov xwedî exlaq bin. Heke di mirovekî de exlaq tune be, tu tiştekî wî nîne. Hestiyên zarokên me didin destê me û ev tiştekî derexlaqî ye. Lê bila baş bizanin ku heke em tenê yek kes jî bimînin, em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li gel şehîdên xwe bin û li gel têkoşînê bin. Em li ser xwîna şehîdên xwe soz didin ku dê têkoşîna me ya di vê rêyê de bidome. Şehîd namirin.”     Girseya li gund piştî axaftinan posterê Yilmaz vekirin û bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Ey şehîd rêya te rêya me ye”, “"Bijî Kurdistan", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne”, “Bijî Serok Apo” û “Heval Yilmaz rûmeta me ye” ji gund çûn.