HSD: Civîna me ya bi Koalîsyona Navneteweyî re erênî pêk hat 2023-09-03 23:52:43 NAVENDA NÛÇEYAN - HSD'ê têkildarî civîna xwe ya bi Koalîsyona Navneteweyî û eşîrên herêmê re li dar xist daxuyaniyek belav kir û wiha hat gotin: "Em û eşîrên herêmê yek in û êdî operasyona HSD'ê li bajarokê Zîban ber bi dawiyê ve diçe. Navendê eşkere kir ku kesê bi navê Îbrahîm El Hefel ji aliyê HSD'ê ve tê xwestin û nayê efûkirin.   Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî civîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye lidarxistin, geşedanên dawîn û çeteyê bi navê Îbrahîm El Hefel daxuyaniyek weşand.   Daxuyanî HSD'ê wiha ye:   “Em destnîşan dikin ku civîna erênî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel Alîkarê Berpirsê Karûbarên Rojhilata Nêzîk ya Wezareta Karên Derve yê Emerîkayê Ethan Goldrich, fermandarê operasyona Ezim El Silib Joel Vowell, ku bi armanca nîqaşkirina rewşa Dêrazorê û destwerdanên derve tê de li dar ketiye, HSD'ê û êlên herêmê yek bûn û di civînên ber de jî li ser xurtkirina ewlehiyê û îstiqrarê li herêmê li hev kirine. Di wê civînê de, fermandariya hêzên me, fermandar û rûspiyên êlên herêmê hebûn ku roleke erênî di hevgirtinê û piştgiriya xebatên avakirinê de lîstibûn.   Li ser erdê jî, hêzên me xebatên lêgerînê li Bisêrayê û beşeke mezin a El Şihêl bi dawî kirin û ber bi dawîkirina van xebatan li bajarokê Zîban ve diçin.   Kesê bi navê Îbrahîm El Hefel jî, serokê fitneyê ye û êdî ji aliyê hêzên me ve tê xwestin. Ji ber ku bû sedema rijandina xwîna şervan û xelkê me û koçberkirina wan. Wêrankirina saziyên xizmetguzariyê, li gorî fermanên aliyên derve serkêşiya hewldanên derxistina fitneyê kir. Lê bi baldariya xelkê me yê Dêrazorê û rûspiyên wê ev plan têk çûn. Em Îbrahîm û çekdarên ji rojavayê Firatê anîne, efû nakin.”