8 sal in kujerên Cemîle Çagirga nehatine dîtin: Edaletê mala xwe bar kir û çû 2023-09-04 09:03:50   ŞIRNEX - Dayika Cemîle Çagirga, Emîne Çagirga ya ku cenazeyê keça wê 11 roj di sarincê de ma diyar kir ku ew 8 sal in li benda edaletê ne û got: "Edaletê mala xwe bar kir û çû nemaye li van deran. Nizanim ku ve çû. Edalet ket ava Çemê Dîcleyê çû, yan kete ava Çemê Firatê çû, ez jî nizanim. Edalet nema heke heba niha pirsgirêka kurd çareser bibûya."    Di meha îlona sala 2015'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina derve ya ewilî hate ragihandin. Li gel ragihandina qedexeyê çar aliyên navçeyê hatin dorpêçkirin. Di qedexeya ewilî de 21 kes hatin qetilkirin. Di ser qedexeya derketina derve ya Cizîrê re 8 sal derbas bûn. Sal derbas bûn lê belê hêj birînên Cizîrê vekirîne. Yek ji van birînên herî kur jî birîna Cemîle Çagirga ya 10 salî ye. Di 7’ê îlona 2015’an de li Cizîrê di qedexeya derketina derve de li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin û cenazeyê wê ji bo ku xerab nebe bi rojan di sarincê de ma. Qetilkirina Cemîleyê ku kesek nema bênehesiya, dewletê guhê xwe girt. Di van 8 salên borî de ji bo dîtîna kujerên Cemîleyê ji hêla rayedarên dewletê ve yek gaveke berbiçav nehate avêtin. Dayika Cemileyê, Emîne Çagirga ku ev 8 sal in benda edaletê ye têkildarî salvegera qetilkirina keça xwe axivî.    'DI 8 SALAN DE ME JI ZILMÊ PÊVETIR TIŞTEKE DIN NEDÎT'   Emîne Çagirga da zanîn ku ew ê tu carî tiştên ku hatine serê wan ji bîr nekin û got ku wê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekiriye û wiha axivî: "Ev 8 sal in bi ser qetilkirina keça min re derbas bûn, lê belê dewletê yek carê jî em negeriyan û îfade nestandin. Negotin, 'Cemîle çawa hate kuştin, di sarincê de çend rojan ma?' Bi tu awayî bangî me nekirin. Di van 8 salan de ne edalet hat û ne jî hiqûq hat. Di van 8 salan de ji xeynî îşkenceyê, zilmê pêvetir tişteke din nedît. Di bûyereke wiha de îfadeyê yek kesî negirtin. Mijareke ku bibe mijara edeletê doz nehate vekirin. Pirs nekirin 'ev keçik li ber deriyê mala xwe di hembêza diya xwe de hate kuştin û cenazeyê wê 11 rojan sarincê de ma sedem çibû?' Heke ku edalet hebûya, hiqûq hebûya dê pirs bikina. Heke ku edalet hebûya dê biba mijara lêpirsinê. Hê derdê me nehatiye dermankirin, hê birînên me bi kul in xwîn jê tê."   'HERKESÊ BIHÎST DEWLETA TIRK NEBIHÎST'   Çagirga anî ziman ku dewlet ji ber ku sucdar bû xwe bêdeng kir û wiha got: "Tevahiya dinyayê qetilkirina Cemileyê dît, bihîst. Ewropayê bihîst, Belçikayê bihîst, Holandayê bihîst û çiqasî dewletên dinyayê hebin bihîstin lê dewleta tirk nebihîst nexwest bibihîze, bibîne. Keça min zarok bû, milê wê de çek nebû, ne di çeperên şer de jî bû. Keça min di hembêza min de hat qetilkirin. Diviya bû ku dewlet li ser sekiniba. Divê ku kujerên Cemileyê dîtiban. Tenê derdê vê dewletê pere ye û berjewendiyên şexsî ne. Tu agahiya wê bi gelên Tirkiyeyê nîn e. Kî çi dikêşine ne xema wan e. Hêviya min ji xwedê heye ku carekî edalet pêk bê. Lê belê di vê rewşê de edelet pîçekî zehmet e. Her roj dijminatî, her roj zilm û zordarî."    'EDALETÊ MALA XWE BAR KIR Û JI VAN DERAN ÇÛ'    Çagirga bi lêv kir ku çareserkirina pirsgirêka kurd bi cezakirina kujerên zarokên kurd ve destpê dike û ev tişt got: "Heta ku ez li rûyê vê dinyayê bim û hebim ew roj wê ji bîra min neçin. Ma dê çawa ji bîra min biçe? Dewletê di malê min de keça min kuşt. Min bi xwe ew derman kir. Min derman kir heta ku mirin jî min cenazeyê wan definkirin. Ez tu carî jibîr nakim. Xwezûrê min, jintiya min, tiyê min her kesê min di malê de di nav cihan de kuşt in. Heta niha jî edalet nehatiye. Edaletê mala xwe bar kir û çû nemaye li van deran nizanim ku ve çûye. Edalet kete ava Çemê Dîcleyê çû, yan kete ava Çemê Firatê çû, êdî nizanim. Edalet nema ye. Heke ku kujerên Cemileyê û dayika Taybet hesab bidana niha pirsgirêka kurd jî çareser bibûya. Heke ku kujerên zarokên me hatiban dîtin, dibe ku gelek pirsgirêk hatiban çareserkirin."   MA / Zeynep Durgut