‘Polîtîkayên şer jiyana gelan veguherandiye dojehê' 2023-09-04 09:05:26   STENBOL - Aborînas Mert Buyukkarabacak diyar kir ku budçeya ku hikûmetê ji bo şer xerc kiriye jiyana mirovan kiriye dojeh û got ku ji bo welatekî mirov dikare lê bijî divê çîna karkeran têkoşîna li dijî şer bişopîne.   Krîzên piralî yên ku di sala 2015'an de bi vegerandina desthilatdariyê ya li ser polîtîkaya şer destpê kirin her ku diçe kûrtir dibin û ji ber polîtîkayên şer xelk her ku diçe feqîrtir dibe.   Aborînas Mert Buyukkarabacak diyar kir ku aboriya welat ji şer re tê veqetandin û tevî hemû êrişên berfireh jî polîtîkaya şer a hikûmetê wê encam nede. Buyukkarabacak anî ziman ku armanca sereke ya êrişan destkeftiyên kurdan e û êrişên li ser herêmê bi siyaset, leşkerî, enerjî û siyaseta navxweyî ve girêdayî ne. Buyukkarabacak wiha got: “Lê belê, divê were dîtin ku di warê afirandina zextên veguherîner ên li ser rewşa heyî û statûkoya herêmê de, hin pozîsyonan bi dest xistine. Ew nikarin tiştekî biguherînin. Ne rewşek e ku meriv bi dilrehetî were şopandin."   'DIXWAZIN HERÊM BÊMIROV BÊ HIŞTIN'    Buyukkarabacak anî ziman ku di salên dawî de Balafirên Hewayî yên Bêmirov (ÎHA) û Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) jîngehên sivîl dikin hedef û ev yek dike ku nifûsa sivîlan bixin tengasiyê û tê xwestin herêm bêmirov bên hiştin.    'DIVÊ BUDÇE JI BO GEL BÊ VEQETANDIN'    Buyukkaraback daxuyaniyên operasyonê yên Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya wekî îfadeya şênber a têkçûnê şîrove kir û ev operasyon li ser xelkê hejariyê û birçîbûnê çêdikin. Mert Buyukkarabacak diyar kir ku budçeya ku hikûmetê ji bo şer xerc kiriye jiyana mirovan kiriye dojeh û diyar kir ku ji bo welatekî mirov dikare lê bijî divê çîna karkeran têkoşîna li dijî şer bişopîne. Buyukkarabacak anî ziman ku heke budçeya şer ji bo gel were veqetandin dê rewşek aram û xweşî û aştiyane pêk were û şer jî wê bi dawî bibe.    ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD    Buyukkarabacak destnîşan kir ku ji bo çareseriya demokratîk û wekhev a pirsgirêka kurd têkoşîn pêwîst e û wiha got: "Ku li dijî şer helwesta karkeran ji bo wan pirsgirêka nan e. Hegemonyaya rastgirên îslamî-neteweperest li ser çîna karkeran stûna sereke ya rejîma faşîst e. Divê em vê hegemonyayê çareser bikin. Ji ber vê yekê girîng e ku têkiliya di navbera tevgera çîna sosyalîst û çareseriya demokratîk-aştiyane ya pirsgirêka kurd de ji bîr nekin. Çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd ji bo siberoja gelan girîng e.”   MA / Rûkiye Adiguzel