Li cigarê zem hate kirin 2023-09-04 10:12:04   STENBOL - Koma Phîlîp Morrîs, ragihand ku li hemû markayên cigareyê yên ji aliyê şîrketa wan ve tên hilberandin 5 lîre zem kiriye.    Zemeke din li zemên ku piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê li ser hev cigarê kirin, hate kirin. Koma Phîlîp Morrîs, ragihand ku ji îro pê ve li hemû markayên cigareyê yên ji aliyê şîrketa wan ve tên hilberandin 5 lîre zem kiriye.    Li gorî vê yekê cigareya bi bihayê herî kêm a komê bû 47 lîre û cigareya bi bihayê herî zêde jî bû 53 lîre.     Zemên hatin kirin dê ji îro pê ve derbasdar bin.