Li Rojava di 9 mehan de 41 zarok hatin qetilkirin 2023-09-04 13:08:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êriş, revandin, tecawizkirin û işkenceyên Tirkiyeyê û komên paramîlîter yên bi ser wê de li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê 41 zarok hatin qetilkirin.   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); di raporên rêxistinên mafên mirovan ên li herêmên Efrîn-Şehba, Cizîr û Firatê, yek ji hedefên Tirkiyeyê û komên paramîlîter wê jî zarok in.   Di raporên hatine amadekirin de ji destpêka sala 2023’yan heta 2’yê îlona 2023’yan li tevahiya herêmê 41 zarok hatin qetilkirin û 32 hatine birîndarkirin, 4 zarok bi tecawizê re rû bi rû mane, 9 zarok hatine girtin, 8 zarok jî hatine revandin.    Li gorî herêman bîlançoya komkujiya li ser zarokan wiha ye:   "Herêma Cizîrê:   Êrişên li ser sînor: Zarokek birîndar bû   Teqîn: 3 zarok hatin kuştin.   Êrişên balafirên bêmirov ên bi çek: 2 zarok hatin kuştin.   Topbaran: 7 zarok hatin kuştin, 6 birîndar bûn.   Herêma Minbicê:   Êrişa ser gund: 4 zarok hatin kuştin   Herêma Firatê:   Êrşa baliafirên bêmirov ên bi çek: Zarokek birîndar bû.   Herêma Reqa:   Topbaran: 2 zarok hatin kuştin, 2 birîndar bûn.   Herêma Dêrazor:   Teqîn: Zarokek hat kuştin.   Herêma Efrîn-Şehba:   Teqîn: 15 zarok hatin kuştin, 16 birîndar bûn.   Tecawizkirin: 4   Girtin: 9   Destdirêjî û lêdan: Zarokek hat kuştin, 6 zarok birîndar bûn.   Revandin: 8 zarok (yek ji wan pitik e)   Kuştin: 6 zarok