Pêşnûmeya Aram Tîgran bi îdiaya ‘qebe ye’ hat vegerandin 2023-09-04 14:59:11   ENQERE - Parlamentera Partiya Çepên Kesk Bêrîtan Guneş bi boneya salvegera wefata hunermend Aram Tîgran pêşnûmeyek da meclisê. Lê Serokê Meclisê îdiaya ku hevoka “Aram Tîgran di Komkujiya Ermenan a 1915’an de rizgar bû lê ji Amedê hate sirgûnkirin” a di pêşnûmeyê de “qebe” ye û pêşnûme li Guneş vegerand.    Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş bi boneya salvegera wefata hunermend Aram Tîgran di 8’ê tebaxê de pêşnûmepirsek da Meclisê lê belê li Guneş hate vegerandin. Sedema vegerandinê jî gotina “Aram Tîgran di Komkujiya Ermenan a 1915’an de rizgar bû lê ji Amedê hate sirgûnkirin” hate nîşandan û ji bo vê gotinê îdiaya “qebe” hate kirin û hat diyarkirin ku bi van gotinan xalên 67 û 97 ên rêziknameya hundir hatine binpêkirin.    Serokê Meclisê xwest ku pêşnûme li gorî rêziknameyê were sererastkirin.