Ûçar: Haya dewletê ji cînayeta Mehmet Sîncar heye 2023-09-04 14:59:39   MÊRDÎN - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar di merasîma bîranîna Parlamenteê DEP’ê Mehmet Sîncar de axivî û diyar kir ku dosyey dozê bi demboriyê re rû bi rû ye û got: “Eşkerenekirina vê cînayetê dide nîşandan ku dewlet li pişt sekinî ye.”    Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêdînê Mehmet Sîncar ê di 4’ê Îlona 1993’yand e li Êlihê di êrişek çekdarî de hatibû qetilkirin, ji bo bîranîna wî li eywanek dawetê ya li navçeya Qosera Mêrdînê hat bibîranîn. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û şandeya bi wan re, malbata Mehmet Sîncar û gelek welatî beşdarî bernameya bîranînê bûn. Li eywanê pankartên bi nivîsên, “Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin” û “Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve” hatin daliqandin. Bername bi rêzgirtinê dest pê kir.    MALBATA SÎNCAR: TÊKOŞÎNA ME DIDOME    Hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar ewilî di bernameyê de axivî û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin û got: “Gelek hevalên me di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan. Mihemed jî yek ji van bû. Em ê têkoşîna wan heta dawiyê bişopînin. Em wek malbata Mihemed Sîncar dibêjin; em bi we serbilind in û têkoşîna we didome.”    Birayê Sîncar, Alî Sîncar jî axivî û bal kişand ser mîrateya têkoşîna kekê xwe ku ji wan re hiştiye û got: “Ew mamosteyê min bû. Hevalê min ê têkoşînê bû. Îro 30 sal bi ser kuştina wî re derbas bû. Dewlet niha jî dixwaze ser doza Mihemed bigire. Lê em ê destûrê nedin viya. Em ê wî ji bîra nekin. Em ê wî û hevalên wî ji bîra nekin. Em ê şopdarê doza wan bin.”    ‘TÊKOŞÎNA ME WEK HER DEMÊ ZINDÎ YE’    Piştre jî Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî û bi bîr xist ku dosyeya dozek ku 30 sal in nehatiye ronîkirin, nehat xwestin bê ronîkirin re rû bi rû ne û wiha axivî: “Ev doz 30 sal in negihîştiye tu encamê. Bi demboriyê re rû bi rû ye. Dewlet jî di nav vê cînayetê de ye û li pişt cînayetê sekinî ye. Tetikkêşê vê cînayetê Hîzbulkontra bû û desthilatdariyê niha bi van endamên kontrayê re tifaqek nû çêkiriye. Desthilatdarê hemû girtiyên ji doza Hîzbullahê berda. Lê tevî ku derbarê hevalên me de biryarên DMME’yê hene jî bi destê vê desthilatdariyê nayên berdan. Axirê wa em dibînin Hîzbulkontrayên salên 90’î îro di nava pergala dewletê de cih girtine. Me di wan salan de bi îradeya xwe ya wêrek partiyên xwe ava kir û tevî hemû êriş, qetlîam û astengiyan jî em hatin gihîştin van rojan. Dewlet, desthilatdar çiqas çav berê destkeftiyên me dide bila bide, êrişên xwe çiqas zêde dike bila bike, ked û têkoşîna me ji AKP’ê û mêjiyê dewletê ku nahêle pirsgirêka kurd were çareserkirin mezintir e. Têkoşîna me wek her demê zindî ye û li ser pêya ye.”    Piştî axaftinan bername bi dawî bû.