Kesên li ser daxwaza ENKS’ê vegeriyan Efrînê tên revandin 2023-09-05 10:47:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê di meha tebaxê de 6 jê jin 62 kes hatin revandin. Hate diyarkirin ku gelek ji kesên hatine revandin kesên li ser daxwaza ENKS’ê vegeriyane Efrînê ne.   Li bajarê Efrîna ku di bin kontrola artêşa tirk û komên paramîlîtêr ên girêdayî wê de ye sûcên weke revandin, kuştin, tecawizkirin, guhertina demografiyê û birîna daran li ber çavê cîhanê didome.   WELATIYEK HAT KUŞTIN   Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye yên di Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de cih digirin di meha tebaxê de welatiyê bi navê Elî Nûrî (65) yê ji gundê Anqelê yê navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî hat qetilkirin. Dema ku Elî Nûrî li motorsîklêta xwe li ser rêya Şiyê-Anqelê siwar bûbû, erebeyeke çeteyên "Emşat" pêl wî kir.   62 WELATÎ HATIN REVANDIN   Dewleta tirk û komên girêdayî wê 6 jê jin 62 welatî revandin, yek ji wan jinan hate tecawizkirin.    Rêxistinê da zanîn ku piraniya kesên hatine revandin ji wan welatiyên ku bi daxwaza ENKS’a ku li herêmê bi dewleta tirk re tevdigere û nêzî PDK’ê ye vegeriyane Efrînê ne.  Her wiha, dewleta tirk û komên girêdayî wê û niştecihên biyanî 450 darên kantonê ji bo bikin êzing birîn, bi deh hezaran hektarên zeviyên çandiniyê û daristan jî şewitandin.   4 AVAHIYÊN MÊTINGERIYÊ   Dewleta tirk di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de, di meha tebaxê de avahiyeke mêtingeriyê bi navê "Ehil El Xêr" bi hevkariya rêxistinên "Sewasiye" û "Saziya Pêşxistina Civakî û Piştgiriya Mirovan a Navneteweyî (SDI)" li nêzî gundê Keferûmê yê navçeya Şera ava kir û dest bi bicihkirina malbatên komên paramîlîter kir. Di mêtingehê de 100 avahî hatine avakirin.   Dewleta tirk avahiyeke mêtingeriyê ya nû li nêzî gundê Xezewiyê yê navçeya Şêrewa bi hevkariya rêxistinên Kendava Ereban ava kir û hejmara avahiyên tê de nehat zanîn. Li bakurê mêtingeha Kiwêt Rehmê ya li navçeya Cindirêsê mêtingehek ava kir. Li nêzî gundê Miryemînê yê navçeya Şêrawayê avahiyeke din a mêtingeriyê ava kir.   Li gor çavdêran, dewleta tirk bi armanca ku wan bitirsîne û koçber bike û guhertina demografiyê li kantonê pêk bîne, sûcên xwe bi awayekî hovane li dijî niştecihên resen ên kantona Efrîna dagirkirî didomîne.