Rojnameger Mihemed: Li Dêrazorê şer di navbera HSD û komên paramîlîter ên Tirkiyeyê de ye 2023-09-05 11:02:10   RIHA - Rojnameger Ehmed Mihemed operasyona HSD’ê ya li Dêrazorê dişopîne û diyar kir ku çapemeniya Tirkiyeyê şerê heyî manîpule dike û hewl dide weke "şerê“kurd-ereban” nîşan bide. Mihemed, wiha got: “Şerê li Dêrazorê di navbera HSD û komên paramîlîter ên Tirkiyeyê de ye.”    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 27’ê tebaxê de li Dêrazor û rojhilatê Firatê li dijî şaneyên DAIŞ’ê û bazirganên tiryakê “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” da destpêkirin. Operasyon di roja 10’an de berdewam dike. Bi destpêkirina operasyonê re artêşa tirk û komên wê yên paramîlîter li dijî Minbic û Til Temirê dest bi êrişan kirin. Di encama êrişan de 4 zarok û jinek hatin qetilkirin. Çapemeniya dewleta tirk pevçûnên heyî manîpûle dike û hewl dide weke “şerê di navbera kurd-ereban de” nîşan bide.    Rojnameger Ehmed Mihemed li qadê ye û operasyona HSD’ê ji nêz ve dişopîne. Mihemed têkildarî geşedanên li herêmê ji bo ajansa me axivî û got ku şerê li herêmê di navbera HSD û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk de ye.    OPERASYON LI DÎBANÊ DIDOME   Mihemed, da zanîn ku “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” li gorî plana hatiye kirin pêş dikeve û wiha got: “Operasyon ji sê baskan ve didome. Li dijî şaneyên DAIŞ’ê û torên tiryakê hate destpêkirin. Operasyon, li dijî hinek hêzên girêdayî Tirkiyeyê û kesên di nava HSD’ê de cih girtin û sûc kirin hate destpêkirin. Li hinek deverên di bin kontrola hikûmeta Şamê de komên çete hatin bicihkirin. Gelemperiya van gundan hatin paqijkirin. Operasyon niha li qeraxê Firatê li bajarokê Dîbanê didome. HSD’ê niha hemû giraniya xwe daye ser vê bajarokê. Kesekê bi navê Îbrahîm El Hefel heye ku yê çek dayîn çeteyan ew e. Çeteyên li bajarokê niha li dora wî kom bûne.  Hinek rayedarên HSD’ê ji me re gotin ku dê di nava du rojan de operasyona li bajarokê bi dawî bikin. Li vê herêmê gelek sivîl hene. Komên çete ji bo ziyan bigihije sivîlan her tiştekî dikin. HSD jî tenê çeteyan hedef digire. Lewma operasyon dirêj domiya.”     ‘JIYAN ÊDÎ ASAYÎ YE’    Bi domdarî Mihemed destnîşan kir ku di çarçoveya operasyonê de 43 kesên li dijî HSD’ê şer kirin û 16 bazirganên tiryakê hatine girtin û wiha pê de çû: “Agahiyeke fermî derheqê çeteyan de nîne. Lê bi qasî me tespît kiriye heta niha herî kêm 18 hatine kuştin. Li gelek deverên pevçûn lê qewimî bûn niha rewş asayî ye.”    ‘ŞAM JÎ DIBE AMÛRA TIRKIYEYÊ’   Di berdewamê de Mihemed got “yên li Dêrazorê şer dikin ne eşîrên ereban lê hêzên paramîlîter in” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çapemeniya tirk û hinek weşanên li herêmê weke şerê di navbera kurdan û eşîrên ereban de nîşan didin. Lê ev ne rast e. Şerekî psîkolojîk tê kirin. Bi destpêkirina operasyonê re dewleta tirk û komên paramîlîter li 6 bajaran bi awayekî hemwext dest bi êrişan kirin. Ev êriş her tiştî radixe ber çavan. Dixwazin xelkê herêmê bêvîn bihêlin. Li dijî hikûmeta Şamê çalakiyên cidî tên kirin. Hikûmeta Şamê ji bo pêşîlêgirtina vê dibe amûra dewleta tirk. HSD’ê li dijî hinek kesên girêdayî wan ên sûcan dikin û DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin. Eşîrên ereb xwestin ev operasyon bê lidarxistin.”   ‘JI SEDÎ 70 HSD’Ê EREB IN’   Rojnameger Mihemed bi lêv kir ku ji sedî 70’ê HSD’ê ereb in û ev tişt anî ziman: “Gelemperiya kesên di Konseya Leşkerî ya Dêrazorê de cih digirin ereb in. Tiştekî rast nîne weke şerê ereb-kurd were nîşandan. Gelemperiya vîdeoyên li ser medyaya dijîtal tên parvekirin, li herêmên çeteyan hatine kişandin. Tenê kesê bi navê Îbrahîm El Hefel alîkariyê dide çeteyan. Îbrahîm El Hefel xwe weke rûspiyekê herêmê dibîne lê xelkê herêmê vê qebûl nake. Hin hêzên paramîlîter li dora xwe kom kiriye. Kesên li herêmên operasyonê terorê dikin û HSD’ê bi kar tînin li dijî vê operasyonê ne.”    ‘TIRKIYE JI BO ÇETEYAN DIBE NEFES’   Herî dawî jî Mihemed wiha got: “Bi Şoreşa Rojava re êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê zêde bûn. Bi ser re 11 sal derbas bûn lê êriş qet nesekinin. Tirkiye hewl dide demografyaya herêmê biguherîne. Ji bo vê her firsendekî bi kar tîne. Bi operasyona HSD’ê re êrişên xwe zêde kir. Ji bo çete bêhnekî bistînin van êrişan dike. Lê HSD li gelek eniyan hem li dijî DAIŞ’ê hem jî li dijî terora dewleta tirk têdikoşe. Her ku çete tengav dibin Tirkiye êrişên xwe zêdetir dike. Tam zelal nîne dê operasyon kengî xelas ibbe. Lê bi qasî çavdêriyên me dê hefteyekê bidome. Gelek eşîr û binemalên li herêmê peyamên piştgiriya bi HSD’ê re didin. Rayedarên HSD’ê dibêjin ku ji bo êdî pirsgirêkên ewlehiyê dernekevin dê tevdîrên cidî bigirin.”    MA / Emrûllah Acar