Parêzer Coşkun: Hewl didin nivîskar Osman bişînin Sûriyeyê 2023-09-05 12:18:36   ÎZMÎR - Parêzerê nivîskar Abdulmenaf Osman ku piştî 30 salan hatibû berdan Halîl Coşkun got ku dewlet hewl dide miwekîlê wî bişîne Sûriyeyê û banga hestiyariyê li raya giştî kir.    Nivîskar Abdulmenaf Osman (58) ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê dihat ragirtin, piştî 30 sal û 6 mehan di 3’yê îlonê de hate berdan. Osman, li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bûye. Lewma dema ji girtîgehê derketî, birin Qereqola Cendirmeyan a Akhîsarê. Nêzî 36 saetan li vir bi awayekî fiîlî di bin çavan de ma. Piştre agahî dan malbat û parêzerê wî ku şevê din dê bibin Fermandariya Bajar a Manîsayê. Lê belê Osman bi lez û bez birin Navenda Paşveşandinê (GGM) ya Edîrneyê.   BÊHIQÛQTÎ BERDEWAM IN   Parêzer Halîl Coşkun qala pêvajoya piştî tehliyekirina miwekîlê xwe kir û ev agahî dan: “Miwekîlê min nêzî 30 sal û nîvin di girtîgehê de bû. Piştî 29 salên wî temam bûn, me ji bo berdana bi kontrola edlî  serlêdan kir lê nehat qebûlkirin. Ev zêdetirî salek bû di girtîgehê de bû. Dema 30 salên wî tije bûn, derheqê wî de 2 lêpirsîn hatin destpêkirin. Tu delîlên hiqûqî yên van lêpirsînan nebûn. Ji ber van lêpirsînan jî Lijneya Çavdêrî û Rêveberiyê 6 mehan tehliyeya wî asteng kirin. Piştî 6 mehan tiştek ji lêpirsîna derneket û hate berdan. Lê derhiqûqtî berdewam kirin.”    ÇI BÛ?   Bi domdarî Coşkun da zanîn ku miwekîlê wî di roja 3’yê îlonê saet derdora 11.00’an de ji Girtîgeha Akhîsarê hate berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji kêliya berdanê re bi awayekî fiîlî di bin çavan de bû. Miwekîlê min hêj di girtîgehê de bû ku cendirmeyan ew birin. Dê destûr nedabûna hevdîtina bi malbatê re. Piştî israra me destûr dan ku malbat 5 deqeyan pê re hevdîtinê bike. Piştre jî birin Qereqola Cendirmeyan a Akhîsarê. Bêyî ku sedemekî hiqûqî hebe, li qereqola cendirmeyan hate ragirtin. Min şevê din bi Qereqola Cendirmeyan a Akhîsarê re hevdîtin kir. Ji min re gotin ku ji bo bişînin Navenda Paşvevegerandinê (GGM) ya Îzmîr an jî Aydinê dê miwekîlê min bibin Qereqola Cendirmeyan a Manîsayê. Lê belê miwekîlê min saet derdora 3’yan li min geriya û got ku ew şandine GGM’a Edîrneyê.”    'DIXWAZIN BIŞÎNIN SÛRIYEYÊ’   Parêzer Coşkun, diyar kir ku miwekîlê wî birine Edîrneyê û wiha pê de çû: “Dixwazin dersînor bikin. Pêvajoya şer a li Sûriyeyê iddome. Heke bişînin Sûriyeyê, dibe ku rastî miameleyeke dermirovî were û xetereya kuştinê li ser heye. Ji bo ku miwekîlê min li Sûriyeyê neyê dersînorkirin dê min li dijî biryara dersînorkirinê ya îdareya koçberiyê îtîraz bikira. Lê belê ji ber ku miwekîlê min şandin Edîrneyê. Bi vê yekê re bi awayekî lez û bez hewl didin pêşî li ber hewldanên me yên hiqûqî bigirin. Hewl didin dersînor bikin.”    DÊ ÇI WERE KIRIN?   Coşkun, axaftina xwe wiha qedand: “Divê piştî biryara dersînorkirinê, di nava hefteyekê de doz were vekirin. Di pêvajoya piştre de em ê li gel hevalên me yên li OHD’a Stenbolêl i dijî vê biryarê îtîraz bikin. Em ê hewl bidin vê biryara dersînorkirinê bidin sekinandin. Me Biryara Çavdêriya Îdarî wergirt. Em ê li dijî biryara dersînorkirinê, li Dadgeriya Cezayên Silhê jî serlêdana xwe bikin. Heke miwekîlê min were dersînorkirin dibe ku were kuştin. Ev yek jî dê rê li ber binpêkirina maf veke. Banga min ji bo tevahiya raya giştî ew e ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin.”