Di şerê Zapê de leşkerek hate kuştin 2023-09-05 12:56:16   COLEMÊRG - Di şer û pevçûnên li Zap, Avaşîn û Metînayê de leşkerek hate kuştin û yek jî birîndar bû.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber didomin. Li gorî agahiyan, pevçûnên li herêmê bi dijwarî didomin. Hat ragihandin ku di pevçûnan de binefser Unal Sîpahî hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû.   Wezareta Parastinê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 4’ê îlonê de mayinek teqiyaye û Sîpahî mirî ye û leşkerek jî birîndar bûye.