HPG: Cenazeyên 4 leşkeran di bin kontrola me de ne 2023-09-05 12:56:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniya HPG’ê ya di ANF’ê de wiha hate gotin: “Cenazeyên 4 leşkeran di bin kontrola me de ne.”   Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe didomin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şer û pevçûnên didomin de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) cih digire de hate diyarkirin k udi pevçûnên li Zapên derketine de 7 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û wiha hate gotin: “Cenazeyên 4 leşkeran di bin kontrola me de ne.”