Hevserokên HDP’ê yên berê derbasî Partiya Çepên Kesk bûn 2023-09-05 14:16:10     ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji partiya xwe îstifa kirin û tev li Partiya Çepên Kesk bûn. Hejmara wekîlên Partiya Çepên Kesk derket 57’an.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di 27’ê tebaxê de 4’emîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist hemû xebatên xwe dewrî Partiya Çepên Kesk kirin. Piştî vê biryarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan ku di Meclisê de parlamenterên HDP’ê bûn îstîfa kirin û tev li Partiya Çepên Kesk bûn. Bi vê tevlibûnê re di Meclisê de parlamenterên HDP’ê neman û hejmara parlamenterên Partiya Çepên Kesk derket 57’an.