OHD: Bila Abdulmenaf Osman neyê dersînorkirin 2023-09-05 15:29:06   AMED - Nivîskar Abdulmenaf ku piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan, ji bo li Sûriyeyê were vegerandin birin GGM’a Edîrneyê. OHD’ê diyar kir ku heke Osman radestî Sûriyeyê were kirin dibe ku bê kuştin û xwest ku were berdan.    Nivîskar Abdulmenaf Osman (58) ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê dihat ragirtin, 30 sal û 6 meh piştre di 3’yê îlonê de hate berdan. Lê belê dewleta tirk ji bo Osman dersînorî Sûriyeyê bike, bire Navenda Paşveşandinê  (GGM) a Edîrneyê. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî rewşa Osman daxuyaniyeke nivîskî da.    OHD’ê bal kişand ser rewşên neyînî yên ku dê Osman bijî û ev tişt anî ziman: “Tevahiya malbata Abdulmenaf Osman ev demekî dirêj e li Tirkiyeyê dijîn. Nehiştin malbata xwe bibîne û birin Fermandariya Cendirmeyan a Akhîsarê. Em li ser telefonê bi cendirmeyan re axivî û ji bo binçavkirina fiîlî bingeheke hiqûqî nîşan nedan. Tevî vê yekê jî 40 saetan li wir dan sekinandin. Jê re hat gotin ku ber bi GGM’a Îzmîrê ve ketine rê lê em hîn bûn ku birina GGM’a Edîrneyê. Abdulmenaf Osman, li gorî xalên YUKK’ê yên 4 û 55’ê, dikeve nava wan kesên divê neyên dersînorkirin. Heke bişînin Sûriyeyê, dê cezayê kuştinê, îşkence, miameleya xerab û miameleya dermirovî lê were kirin. Divê Abdulmenaf Osman tavilê bê berdan. Em ê vê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin.”