Komeleya Wêjekarên Kurd: Divê Menaf Osman demildest bê berdan 2023-09-05 15:53:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Abdulmenaf Osman ku piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan, ji bo li Sûriyeyê were vegerandin birin GGM’a Edîrneyê. Komeleya Wêjekarên Kurd bi daxuyaniyekê xwest ku Osman demildest bê berdan û bang li raya giştî, PENa Navneteweyî, sazî û rêxistinên hiqûqî û sivîl kir ku di vî warî de hesas bin.   Nivîskar Abdulmenaf Osman (58) ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê dihat ragirtin, 30 sal û 6 meh piştre di 3’yê îlonê de hate berdan. Lê belê dewleta tirk ji bo Osman dersînorî Sûriyeyê bike, bire Navenda Paşveşandinê (GGM) a Edîrneyê. Komeleya Wêjekarên Kurd têkildarî rewşa Abdulmenaf Osman daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Daxuyaniya Komeleya Wêjekarên Kurd wiha ye: “Nivîskar Menaf Osman ku di 3'yê Adara 1993'yan de li Êlihê hat girtin û cezayê muebedê lê hat birîn, piştî 30 sal û 6 mehan, di 3'yê Îlona 2023'yan de ji Girtîgeha Akhîsar a Manîsayê ya Tîpa T'yê derket. Lê ji ber ku Menaf Osman ji bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, çawa ji girtîgehê derket cendirmeyan ew bi awayekî fiîlî destgîr kirin. Çendî malbata Menaf Osman bi salan e li Tirkiyeyê dijî jî, bêyî ku malbat wî bibîne cendirmeyan rasterast ew birin Fermandariya Cendirmeyan a Akhîsarê. Piştî 40 saetên li Fermandariya Cendirmeyan a Akhîsarê, vê carê jî Osman birin Navenda Paşveşandinê ya Edîrneyê (GGM).    ÇÛNA WELATEKÎ SÊYEM MAFEKÎ BINGEHÎN Ê MENAF OSMAN E   Menaf Osman, li gor xala 4'an û xala 55'an a Qanûna Parastinê ya Biyaniyan û Navneteweyî (YUKK), di nava kesên divê neyên dersînorkirin de ye. Lewma çûna welatekî sêyem mafekî bingehîn ê Menaf Osman e. Lê şandina wî ya Navenda Paşveşandinê ya Edîrneyê, fikarên 'dersînorkirina'ber bi Sûriyeyê ve didin der.    HEKE OSMAN BÊ DERSÎNORKIRIN DÊ RASTÎ NÊZÎKATIYÊN DERMIROVÎ BÊ   Ji ber vê yekê em Komeleya Wêjekarên Kurd bi fikar in ku ger ev qanûn û mafên ewlehiyê û jiyanê yên nivîskar Menaf Osman esas neyên girtin û ber bi Sûriyeyê ve bê dersînorkirin, dibe ku rastî îşkenceyê, nêzîkatiyên dermirovî û rûmetşikên bê. Em Komeleya Wêjekarên Kurd li ser esasê ‘jiyaneke bi rûmet û ewle mafekî gerdûnî ye û mafê her kesî ye’ careke din mafên wî yên di qanûna navborî de bi bîr dixin û dibêjin ku demildest divê Menaf Osman bê berdan.    BANG   Em Komeleya Wêjekarên Kurd radigihînin ku di serî de di warê hiqûqî û jiyanî de bi her awayî li gel Menaf Osman in û bang li raya giştî, PENa Navneteweyî, sazî û rêxistinên hiqûqî û sivîl dikin ku di vî warî de hesas bin.”