Egîtîm Senê foruma ‘mafê perwerdeya bi zimanê dayikê’ li dar xist 2023-09-05 16:38:18     WAN - Di foruma “Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê” ya li Wanê de beşdaran bal kişandin ser girîngiya zimanê dayikê û banga xwedîderketinê kirin.    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) bi boneya sala nû ya perwerde û hînkirinê bi sernavê “Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê” forumek li dar xist. Forum, li Parka Mûsa Anter hate lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Li qada forumê pankarta “Perwerdehiya bi zimanê kurdî mafê bingehîn û gerdûnî ye. Binpêkirana vî mafî sûcê mirovahiyê ye” hatibû daliqandin.    Perwerdekar Kiyasettîn Karatajdîn ji ewil axivî û wiha got: “Dema em li dîrokê dinihêrin, dibînin ku hebûna gelan bi ziman dibe. Heke ziman nebe, civak jî nabe. Lê em dibînin ku roj bi roj xwedîderketina li ziman kêm dibe. Ji ber vê yekê divê her malbatek bi kurdî gel zarokên xwe biaxivin. Gelê kurd di mijara xwendin û nivîsandina kurdî de gelek paşve ma ye. Zimanê me dewlemend e û mîna behrekê ye. Divê em xwedî lê derkevin û nehêlin tune bibe. Di demên berê de her kes li malê bi kurdî diaxiviya lê niha ev rêjeye daketiye ji sedî 5’ê. Berpirsyartî dikeve ser milê her kesî.”    ‘TENÊ TIRK Û TIRKÎ HEYE’    Piştre jî endamê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê Alî Şapkaci axivî û ev tişt anî ziman: “Di Destûra Bingehîn de her kes tirk tê hesibandin û hatiye qedexekirin ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Di qanûnan de tenê qala tirkan û tirkî tê kirin. Anku kurdî weke zimanê kêmneteweyan jî nayê qebûlkirin. Di hiqûqa navneteweyî de ziman û mafên kêmneteweyan hatine rêzkirin lê li Tirkiyeyê tenê tirk û tirkî heye. Em tenê bi xwedîderketinê dikarin rê li ber vê bigirin. Divê zimanê jiyana me ya rojane kurdî be. Divê em xwedî li ziman derkevin û her malek bibe qadeke perwerdeyê.”    ‘ÇAPEMENIYA AZAD ROLEKÎ GIRÎNG DILÎZE’   Nûçegihana JINNEWS’ê Rojda Aydin jî di forumê de axivî û wiha derbirî: “Gelê kurd li dijî polîtîkayên pişaftinê têkoşîneke mezin da. Di qada çapemeniyê de jî heman reşw heye. Nivîsan bi kurdî û derxistina rojnameyan bedelekî xwe heye. Di mijara parastina zimanê dayikê de Çapemeniya Azad rolekî gelek girîng dilîze. Divê her kes bikare rojnameyê bi zimanê xwe bixwîne, biaxive û perwerdeyê bibîne.”    ‘ZIMAN ZINCÎRA DI NAVBERA VIFŞAN DE YE’   Herî dawî jî perwerdekar Mehmet Kayra axivî û wiha got: “Her ku neteweperestî pêş dikeve, zextên li ser ziman jî zêde dibin. Lê belê dewletên ku ziman qedexe dikin, di heman demê de ji hêla aborî, civakî û siyasî ve biçûk dibin. Di demekî ku dewletên din bi tiştên cuda ve mijîl, Tirkiye li pey qedexekirina ziman e. Welatek çima pêdivî bi afirandina dirûşmeke ‘bi tirkî biaxive pir biaxive’ dibîne? Radyo û televîzyonên bi kurdî hene, pirtûk tên weşandin lê ev yek bi têrî dermankirina birînên heyî nakin. Ziman, zincîra di navbera zarok û bapîr/dapîrê de ye. Heke zarok ji zimanê bapîr/dapîra xwe fêm neke, li wir pirsgirêkeke mezin heye.”    Piştî axaftinan jî forum bi beşa pirs-bersivan bi dawî bû.