Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike 2023-09-05 16:42:34   ENQERE - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Edaletê berdewam dike. Daxwaza hevdîtinê ya Emîne Şenyaşar a bi wezîr re dîsa bi hinceta “li cihê xwe nîne” hate redkirin.    Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Malbatê, di roja 846’emîn de nobeda xwe ji Rihayê veguhestibû Enqereyê û nobeda li pêşiya Wezareta Dadê di roja 41’an de berdewam kir.   Emîne Şenyaşar bi kursiya biteker çû pêşiya Wezareta Edaletê û xwest bi wezîr re hevdîtinê bike. Lê belê ev daxwaza wê dîsa bi hinceta “wezîr li cihê xwe nîne hate redkirin.    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar anî ziman ku ji bo astengkirina nobetê deriyê Wezareta Edaletê hatiye girtin û ev wiha got: “Jê re dibêjin Wezareta Edaletê lê deriyê avahiyê wê girtine. Ji ber îxtîmala ku dayika min dibe bikeve hundir, deriyê ketina avahî jî qifle kirine.”    Malbat heta demekî li wir ma û piştre vegeriya Meclisê.