‘Bila Abdulmenaf Osman radestî malbata wî bê kirin’ 2023-09-06 13:06:39   STENBOL - Xwarziyê nivîskar Abdulmenaf Osman, Salîm Kaplan ê bertek nîşanî biryara der barê xalê xwe de da, diyar kir ku biryara “çavdêriya îdarî” girtina duyemîn e, biryara dersînorkirinê jî rasterast xetereya jiyana wî ye û xwest ku Osman radestî malbata wî bê kirin.   Nivîskar Abdulmenaf Osman (58) ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê dihat ragirtin, 30 sal û 6 meh piştre di 3’yê îlonê de hate berdan. Lê belê ji aliyê Îdareya Koçê ya Manîsayê ve derbarê Osman de biryara “dersînorkirinê”, ji aliyê Îdareya Koçê ya Edîrneyê ve jî biryara 6 mehan a “çavdêriya îdarî” hate dayîn.    Ji bo biryara bên rawestandin parêzer xwe ji bo serlêdan û îtîrazan amade dikin. Xizmên Osman jî bertek nîşanî biryarê da. Xwarziyê Osman, Salîm Kaplan, anî ziman ku biryara “çavdêriya îdarî” ku dê bibe sedemê xalê wî 6 mehan li navenda paşveşandinê bimîne girtina duyemîn e.    ‘DIVÊ RADESTÎ MALBATA WÎ BÊ KIRIN’    Kaplan, da zanîn ku gorên xwişk û bira, xwarza û dayika wî li Stenbolê ne û tevî bi belgeyan ev yeke piştrastkirine jî xalê wî tê dersînorkirin. Kaplan, bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: “Xwişkên wî, xwarziyên wî li vir in. Belgeya mirinê ya dayika wî heye. Di sala 2021’an de ji ber şertên şer ji bo îltîca bike serî li konsolosxaneya Holandayê dabû. Hêj biryarek nehatiye dayîn. Tişta ku divê bê kirin divê kesekî ku hukmê xwe xelas kiribe û hatibe berdan radestî malbata wî bê kirin. Ji bo ku biçe welatekî sêyem divê kirariyên wî yên pasaportê bên kirin û ji bo mafê xwe ye serlêdanê bişopîne bê berdan.”   XETEREYA JIYANΠ   Kaplan, bi lêv kir ku dema nêzîkatiya pergalê û şertên şer li ber çavan tê girtin, xetereyeke jiyanî ye ku Osman dişînin navenda paşveşandinê û bang kir ku heta xalê wî biçe welatekî sêyemîn radestî malbata wî bê kirin.