Di 11 rojên operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ de çi qewimîn? 2023-09-06 16:06:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Di nav 11 rojên operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê" de ji sedî 95 herêma Dêrazorê û rojhilatê Firatê ji çeteyan hatine paqijkirin. Hemwextî operasyonê jî êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê  jî zêdetir bûne.   Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê, çeteyên girêdayî hin hêzan û tora madeyên hişbir 27'ê Tebaxê operasyonek bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” li herêma Dêrazor û rojhilatê Firatê da destpêkirin. Di encama 11 rojên operasyonê gelek çete hatin kuştin, girtin. Her wiha herêma Dêrazorê û rojhilatê Firatê ji sedî 95 ji çeteyan hatin paqijkiirn. Bi operasyonê re êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê zêdetir bûne. Di encama bersivdayîna meclisên leşkerî de bi dehan çete hatin kuştin.   Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji destpêkirina operasyonê heta niha tiştên qewîmîne û hûrguliyên operasyonê berhev kirin e.    Li gorî nûçeyê hûrguliyên li herêma operasyonê qewimîne wiha ne:    ROJA YEKEMÎN   "Di operasyona HSD'ê de li baskê sêyemîn “gundewarê rojavayê Dêrazorê” 5 çeteyên DAIŞ’ê û 8 bazirganên hişbirê hatin girtin. 3 kesên êrişî hêzên operasyonê kirin, hatin kuştin.   Dewleta Tirk a dagirker 3 saet piştî ragihandina operasyonê û şûnde gundê Um El Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.   ROJA 2’YEMÎN    HSD’ê giranî da gundewarên bakur û rojhilatê Dêrazorê. HSD’ê diyar kirk u di operasyonê de êrişkarên ku êrişî hêzên operasyonê kiribûn, bazirganên hişbirê û kesên ku zilm li sivîlan kirine jî hatine hedefgirtin.   Bi taybet li baskê yekemîn 'gundewarê bakurê Dêrazorê' li ser rêya El Ezbê-Konîko 3 çeteyên DAIŞ’ê yên hewl da birevin, hatin girtin. Di encama serdegirtinê de 2 bazirganên hişbirê hatin girtin û miqdareke madeyên hişbirê yên bi wan re hatin desteserkirin.   Di heman rojê de dewleta Tirk a dagirker gundên Til Temirê bi çekên giran topbaran kirin.   ROJA 3’YEMÎN    Hêzên operasyonê li bajaroka El Seede ya li bakurê Dêrazorê rastî êrişa çekdarî ya çeteyan hatin. Di encamê de şervanekî HSD’ê û jinek şehîd bûn, hejmareke welatiyên li cihê êrişê bûn jî birîndar bûn. HSD’ê bersiva êrişan da û 3 çeteyên DAIŞ’ê ku yek ji wan serçete bû, girtin.   HSD’ê tedbîrên ewlehiyê zêdekirin û çarçoveya operasyonê berfirehkirin.   Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker gundê Merenaz ê girêdayî navçeya Şerayê ya Efrînê bombebaran kir.   ROJA 4’EMÎN   Operasyon li baskê yekemîn “gundewarê bakurê Dêrazorê” û hin parçeyên baskê duyemîn “gundewarê rojhilat” dewam kir.   Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya girêdayî HSD’ê ragihand ku ji ber pêkanîna sûcan li dijî şêniyên herêmê û bazirganiya hişbirê, wan Ehmed El Xebêl ji erka wî ya fermandariya meclisê dûr xistiye.   Bi giştî, di 4 rojên operasyonê de 11 çeteyên DAIŞ'ê, 10 bazirganên hişbirê hatin girtin û 3 êrişkar hatin kuştin.   Di roja 4'an a operasyonê de artêşa Tirk gundên Til Temirê topbaran kir.   ROJA 5’EMÎN   HSD’ê ji bo têkbirina komên çekdar ên ku ji rojavayê beravê çemê Firatê derbasî rojhilatê Dêrazorê bûne, hin tedbîr girtin. Lî gorî daxuyaniya HSD’ê komên girêdayî hikumeta Şamê bi hewldana derxistina fitneyê çek ji bo komên çekdar şandine.   Çeteyên ku derbasî Cedîde El Igêdat bûne, dîsa ber bi herêmên rejîmê yên li rojavayê Firatê ve reviyan.   Dewleta Tirk a dagirker gundê Dirdara yê Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.   ROJA 6’AN   Hêzên operasyona çeteyên ku ketin herêmên Cidêdet Begara û Cidêdet Igêdat ên li aliyê rojava yê çemê Firatê yê di bin kontroa hêzên hikumeta Şamê kirin hedef. Li gundên Şihêl û Zîbanê şervanên HSD’ê bi çeteyan re ketin nava şerekî.   Hêzên operasyonê paqijkirina gundê Dehlê û hinek beş ji bajarokê Bisêrayê bi dawî kirin.   Ji çeteyên koma Newaf El Beşîr ên ku ketin herêmê, 3 çete hatin kuştin.   Çeteyan malên şêniyan, saziyên xizmetguzariyê talan kirin.   Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina sivîlan û milkên wan ji komên çete qedexeya derketinê li Dêrazorê ragihand.   Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrişî gundên bakur û rojavayê Minbicê kirin. Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişan têk birin. Di encama êrişan de ji heman malbatê 4 zarok şehîd bûn û hemwelatiyek birîndar bû.   ROJA 7’AN   Çeteyên Newaf El Beşîr alavên stasyona paqijkirina avê ya li bajarokê Zêban ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê talan kirin, depoyên avê dizîn, derî û pençeryên stasyonê şikenandin û jenerator şewitandin.   Mayînên ku li rex rêya bajarokê Hewaêc Bû Mesa yê rojavayê Dêrazorê hatibûn bicihkirin, hatin bêbandorkirin.   Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê gundên Til Temir, Minbic, rojavayê Girê Spî û Şehbayê a topbaran kirin. Di êrişên li ser gundên Minbicê de çeteyan jinek qetil kir û jinek jî birîndar kir. Her wiha 2 bira revandin.   Di heman rojê de balafirek bêmirov a dewleta Tirk a dagirker di navbera Girkê Legê û Dêrikê de li nêzî çerxerêya gundê Dugirka yê seyareyek bombebaran kir.   ROJA 8’AN   HSD’ê banga şêniyên bajarokê Bisêrayê bersivand û bajarok ji çeteyan paqij kir.   Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrişî gundên Til Temir, Eyn Îsa, Zirgan, Şehbayê kirin. Di van êrişan de 11 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin. Di heman demê de bi giştî 39 çete hatin kuştin û 8 birîndar bûn.   ROJA 9’AN   HSD’ê piştî paqijkirina bajarokê El Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê ji çeteyan, dest bi operasyona lêgerînê kir.   Artêşa Tirk gundên Eyn Îsa, Minbic, Bab, Şehba û Til Temirên dane ber topan. Di encama bersivdayîna êrişan de erebeyeke artêşa Tirk hat îmhakirin, panzêrek ket destê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û balafireke bêmirov a dewleta Tirk hat xistin. Her wiha 4 çete hatin kuştin.   Li bajarê Minbicê mayînek teqiya û ziyanên madî çêbûn.   ROJA 10’AN   Çeteyên Newaf El Beşîr û Dîfa El Wetenî Goristana Şehîdên Firatê ya li bajarokê Hecînê û mizgefta Şiêtat talan û wêran kirin.   HSD’ê gundê Hewayîc paqij kir û beşekî mezin ji gundê Teyana û bajarokê Zîbanê yên Dêrazorê paqij kir. Her wiha 18 çete hatin kuştin, 4 endamên Dîfa El Wetanî hatin girtin.   Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Rifet û Babê topbaran kirin.   Welatiyê bi navê Xelîl Îbrahîm El Hemed (23) ê ji gundê Hiwêce yê rojhilatê Eyn Îsayê di encama topbarankirina gund de birîndar bû.   ROJA 11’AN   Di roja 11'an a operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' de şervanên HSD'ê gundê Zîbanê bi temamî paqij kir   Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker gundên rojava û bakurê Minbicê ji niştecihên wan vala kiriye û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam lê bi cih kiriye.   Dewleta Tirk êrişî gundên Eyn Îsa û Minbicê kirin.”