Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 42’yemîn de ye 2023-09-06 16:20:26   ENQERE - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku dixwaze bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike di roja 42’yemîn de berdewam dike. Ji malbatê re dîsa bersiva “Wezîr ne li cihê xwe ye” hate dayîn.    Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Malbatê, di roja 846’emîn de nobeda xwe ji Rihayê veguhestibû Enqereyê û nobeda li pêşiya Wezareta Dadê di roja 42’yan de berdewam kir.   Ji Emîne Şenyaşar a bi kursiya biteker re ji bo bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike hate ber avahiya Wezareta Dadê re bersiva “Wezîr li cihê xwe nîne” hate dayîn.    Malbat piştî çalakiyê vegeriya Meclisê.