Wezaretan ji bo kuştina Surme Înce îdia kirin ku 'li wir pevçûn hebûye' 2023-09-07 09:01:39   COLEMÊRG - Wezaretên Dadê û Karên Navxweyî têkildarî mirina Surme Înce ku gava xwarin ji zarokên xwe yên li nav zeviyê re dibir ji aliyê çawîşekî pispor ve hat qetilkirin, parastina xwe berpêşî AYM'ê kirin. Çendî li herêmê pevçûn rû nedaye jî, wezaretan di parastina xwe de îdia kirin ku "pevçûn çêbûye."    Di 18'ê tîrmeha 2016'an de li bajaroka Xirvate ya navçeya Gevera Colemêrgê, Surme Înce (55) gava xwarin ji zarokên xwe yên li nava zeviyê re dibir, ji aliyê çawîşekî pispor ve hatibû qetilkirin. Doza der barê mirina Înce de ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) re hat şandin. Li çawîşê pispor Alî Dalgiran ê bi awayekî negirtî tê darizandin de jî bi sûcê "kuştina bi qisûr a bi zanebûnî" 3 sal û 20 meh û 20 roj hatibû birîn. Piştî ku Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Erziromê cezayê li Dalgiran hatibû birîn pesend kir, parêzerên malbata Înce hem serî li Dadgeha Bilind hem jî li AYM'ê dabûn. Piştî serlêdanê Wezareta Dadê û Wezareta Karên Navxweyî parastina xwe ji AYM'ê re şandin.    Wezareta Dadê di parastina xwe de îdia kir ku li cihê ku Înce lê hatiye kuştin pevçûn hebûye û beriya kuştina Înce bi demeke kurt midûriyeta polîsan li herêmê lêkolîn kirine û amûrên aîdî rêxistinê dîtine. Lê belê derket holê ku gava Înce hatiye kuştin wê demê pevçûn li herêmeke 6 kîlometre dûrî cihê bûyerê hebûye û midûriyeta polîsan li cihê bûyerê lêkolîn nekiriye û amûrên aîdî rêxistinê jî li cihekî bi qasî saetekê dûrî cihê bûyerê hatine dîtin. Wezareta Karên Navxweyî jî di parastina xwe de derpêş kiriye ku tu qisûreke wan tune ye û li herêmê pevçûn hebûye.    Leşkerekî ku wekî şahid hatiye guhdarkirin jî gotiye: "Min kesekî li nav zeviyê nas dikir. Ew Hasan Înce bû. Kurê vî kesî ji ber endamtiya rêxistin 4-5 meh berê hatibû girtin."    BÊCEZATÎ!   Parêzer Bunyamîn Înce, kurê Surme Înce, parastina wezaretan nirxand û got: "Dadgehê bi tu awayî lêpirsîneke çalak nekir. Di dosyeyê de lêkolînkirina li cihê bûyerê jî kêm e. Em wiha difikirin ku dê AYM vê dosyeyê xera bike. Divê polîtîkaya bêcezatiyê esas neyê girtin û biryar bê xerakirin û leşker bên darizandin. Ger di vê dosyeyê de edalet pêk neyê, ez wiha difikirim ku dê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara binpêkirinê bide."    MA / Mazlûm Engîndenîz