Bîldîrîcî: Heya ambargo hebe çapemenî jî dê parçeyeke vê bêedaletiyê be 2023-09-07 09:05:05     ENQERE - Ombudsmanê çapemeniyê Farûk Bîldîrîcî bal kişand ser ambargoya çapemeniya navendî ya li ser têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar û got: "Heya em zêde bi ser vê de neçin, em ê her parçeyeke vê bêedaletiyê bin."    Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê xizm û parêzvanên malbata Parlementerê AKP'ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ji malbata Şenyaşar 3 kes qetil kirin. Piştî vê Emîne Şenyşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Malbatê piştî roja 846'an a Nobeda Edaletê, biryar girt ku ji niha û pê vê çalakiya xwe li Enqereyê li ber Wezareta Dadê bidomîne. Malbat ji 26'ê Tîrmehê ve çalakiya xwe li ber Wezareta Dadê didomîne. Malbat dixwaze kurê wan Fadil Şenyaşar ê di komkujiyêd e birîndar bû paşê hat girtin û 37 sal û 9 meh ceza lê hat birîn bê berdan.   Malbata Şenyaşar 42 roj in li ber Wezareta Dadê ye, lê heya niha Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç bi tu awayî daxwaza wan a hevdîtinê qebûl nekiriye. Dayik Emîne Şenyaşar her roj ji deriyê Meclisê yê Dîkmenê ber bi Wezareta Dadê ve diçe. Lê ji ber ku nexweş e bi sendeliya biteker diçe ber wezaretê. Li gel vê heya niha çapemeniya berbelav Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê ji nedîtî ve hatiye.   Ombudsman ango tevnêrê çapemeniyê Farûk Bîldîrîcî ku berê bi nivîsekê bal kişandibû ser vê rewşa çapemeniya navendî ango nêzî desthilatdariyê, têkildarî ambargoya vê çapemeniya navborî ya li ser têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar axivî.    ÇAPEMENIYA NAVENDÎ ÇALAKIYA MALBATÊ JI NEDÎTÎ VE TÊ   Bîldîrîcî diyar kir ku lêgerîna edaletê ya malbatê nîşan dide ku li Tirkiyeyê edalet tune ye û bêedaletî ji aliyê desthilatê ve tê parastin û got: "Ev, mînaka herî berbiçav e ku mensûbên desthilata siyasî nahêlin di cinayetan de hiqûq bê şixûlandin. Divê çapemenî tim vê yekê bişopîne û der barê wê de nûçeyan çêbike. A rast ev e. Lê mixabin berxwedana malbata Şenyaşarê ya ku li Rihayê da destpêkirin ji nedîtî ve hat. Beriya hilbijartinê Ahmet Fakibaba jî ji ber kêmasiyên xwe yên di vê bûyerê de doza lêborînê kiribû. Çendî li ser van kêmasiyan gelek nûçe hatin çêkirin jî, lê paşê hat jibîrkirin."    PARÇEYEKE BÊEDALETIYÊ   Bîldîrîcî bal kişand ser girîngiya Nobeda Edaletê ya li Enqereyê didome û wiha axivî: "Divê ev têkoşîna li navenda paytextê ji aliyê çapemeniyê ve bê dîtin. Lê belê çapemeniya navendî erka xwe bi cî nayne. Gava rojanmevan rastî zextan tên û gava hevalên me tên girtin û an jî gava bêedaletiyeke din çêdibe em îtiraz dikin. Lê ev, bûyereke wiha ye ku divê tim ji bo wê liv û tevger hebin û tim di rûpela ewil a rojnameyan de be û di televîzyonan de bê weşandin. Heya em zêde bi ser vê de neçin, em ê her parçeyeke vê bêedaletiyê bin."    ‘DIVÊ ROJNAMEVAN KARÊ XWE BIKIN'   Bîldîrîcî bilêv kir ku desthilatdariyê piştî hilbijartinan zextên xwe zêde kirine û got ku ji axaftinên berdvekên desthilatê xuya ye ku dê ev zext bidomin. Bîldîrîcî wiha axivî: "Rojnamevanên dixwazin çalakiya malbata Şenyaşarê bişopînin tên astengkirin. Ev yek mînaka van zextan e. Lê divê rojnamevan di van şert û mercan de karê xwe bikin. Divê ev mudaxile nebin hincet ji bo nekirina karê xwe. Divê ev meş bibe nûçe, divê ev lêgerîna ji bo edaletê bê nîşandan."    Bîldîrîcî destnîşan kir ku ji bo ambargoya navborî bê şikandin divê ew tevî hemû astengiyan jî karê xwe bikin.    MA / Yusra Batihan