Tirkiye dixwaze şanogerê ji Îranê yê li GGM’ê girtî ye deportî Îranê bike 2023-09-07 11:53:35   WAN - Şanogerê ji Îranê Alî Pouransarî yê li GGM’a Tûzlayê hatiye ragirtin, tê xwestin ku bê dersînorkirin û radestî Îranê bê kirin.    Çend roj ji salvegera Jîna Emînî re man. Şanogerê ji Îranê Alî Pouransarî ku li devera Abadanê beşdarî xwepêşandanên protestoya qetilkirina Emînî bû hat girtin û hat girtin. Şanoger Pouransarî piştî ji hepse hat berdan ji bo biçe Kanadayê, hat Tirkiyeyê. Li Îdareya Koçberiyê ya Stenbolê dema bi kar û barên xwe yên vîzeyê ve mijûl bû, di 31’ê tebaxê de hat girtin û wî şandin Navenda Paşdeşandinê (GGM) ya Tûzlaya Stenbolê. Tê texmînkirin ku Pouransarî deportî Îranê bê kirin.    VÎZEYA KANADAYÊ WERGIRTIYE   Pouransarî di meha tebaxê de bi lêdana leşkerên Îranê re rû bi rû dimîne û birîndar dibe. Vê carê ji bo biçe Kanadayê tê Tirkiyeyê. Hevalê Pouransarî, B.Ş., ji ajansa me re axivî û wiha got: “Ew ji ber lidarxistina çendîn xwepêşandanên li Abadanê hat girtin. Nêzî salekê di zindana Şîban a Ehwazê de ma. Alî gelek caran ji aliyê Îstixbarata Abadanê ve bi gefan re rû bir û ma. Herî dawî di meha tebaxê de ji aliyê du çeteyên Komara Îslamî ve bi êrişa fizîkî ve rû bi rû ma û bi palayan û çekan rû û bedena wî bi giranî birîndar bû. Piştre li dijî zextan hat Tirkiyeyê. Piştî hewldanên me yên ji bo rê li ber derketina wî ya qanûnî ji Tirkiyeyê bigirin, di dawiyê de me vîzaya mirovî ya Kanadayê wergirt. Armanca wî ew bû ku ji Tirkiyê derbasî Kanadayê bibe, lê mixabin Tirkiyê ew girt û şand GGM’ê. Mixabin niha di bin metirsiyeke cidî ya dersînorkirinê de ye. Tenê derfetek wî heye ku ji Tirkiyê biçe Kanadayê û em naxwazin ev firsend ji destê me here. Tenê şansê wî yê berdewamkirina jiyanê ew e ku biçe Kanadayê. Heke biçe Îranê dê bi çi were sûcdarkirin em nizanin.”   ‘DIVÊ ROJA ÎNÊ AMADE BE’    B.Ş, diyar kir ku Kanadayê vîzeyê qebûl kiriye û got: “Ji bo kar û barên vîzeya Kanadayê temam bibe divê roja înê Pouransarî li hotêla ku IOM diyar kiriye bimîne, nexwê wê kar û barên vîzeyê temam nebin. Em dixwazin di vî warî de her kes bi hestiyar tevbigere. Em nizanin li Îranê çi li benda Alî ye.”    MA / Bêrîvan Kûtlû