Bertek nîşanî dersînorkirina Menaf Osman dan: Qanûn û hiqûq tune tê hesibandin 2023-09-07 13:18:09   ÎZMÎR - Parêzer û siyasetmedaran bertek nîşanî dersînorkirina Menaf Osman ê piştî 30 salan hat berdan dan û destnîşan kirin ku qanûnên heyî tune tên hesibandin.    Menaf Osman (58) piştî 30 salan ji Girtîgeha Akhîsara Manîsayê ya Tîpa T’yê di 3’yê îlonê de hat berdan. Menaf Osman ji berk u ji Hesekê ye Tirkiye dixwaze wî dersînor bike. Osman şandin Navenda Paşdeşandinê (GGM) ya Edîrneyê û niha li vir tê ragirtin. Nerazîbûn û îtîraza parêzeran a li dijî biryara dersînorkirina Osman berdewam dikin.    Endamê Komîsyona Penaberan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê parêzer Bariş Işik destnîşan kir ku tiştên tînin serê Menaf Osman hem li dijî hiqûqa neteweyî hem jî li dijî hiqûqa navneteweyî ye û got: “Mixabin em gelek caran bi vê rewşê re rû bi rû dimînin. Girtiyên ku ji girtîgehan tên berdan bi gefa dersînorkirinê re rû bi rû dimînin.”    'LI DIJÎ HIQÛQÊ YE’    Işik anî ziman ku ew bi metirsî nêz dibin ku Menaf Osman ê tê xwest were dersînorkirin dê teslîmî rejîma Sûriyeyê yan jî rêxistinên cîhadîst bê kirin û ev jî wê rê li ber binpêkirinek cidî ya mafê mirovî vebike. Işik da zanîn ku mafê Menaf Osman ê parastina navneteweyî heye û got: “Wî serî li parastina hiqûq navneteweyî kiriye. Heke ew were dersînorkirin ev li dijî hiqûqê ye. Mixabin em dibînin ku ev rewşên wiha di dewrê de ne. Wek ku her kes dizane hê jî Sûriye ne di rewşa welatek demokratîk de ye. Şandina wî ya bo Sûriyeyê li dijî hiqûqê ye. Ji bo Menaf Osman biçewelatê sêyemîn tu astengî li pêşiya wî xuya nakin.”    'DÊ SÛC BIKIN’    Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Burcugul Çubuk jî diyar kir ku Menaf Osman ji ber ku li Sûriyeyê ji dayik bûye, wî birine GGM'ê û li wir bê dersînorkirin û wiha axivî: "Malbata wî li vir dijî. Tevî ku karibin bi hev re bijîn jî lê Tirkiye dixwaze wî dersînor bike. Li Sûriyeyê şer dewam dike. Heke Menaf Osman bê dersînorkirin wê radestî çeteyên cîhadîst an jî rejîma Sûriyeyê bê kirin. Dersînorkirina kesekî ku metirsî li ser jiyana wî heye li dijî mirovahiyê ye û ev sûc e. Ev jî tê wateya binpêkirina peyman û hiqûqa navneteweyî yên ku Tirkiye qebûl kiriye. Divê Menaf Osman demildest bê berdan. Heke ku ew dixwaze bila wî bişînin welatê sêyemîn ku bi ewle ye.”    BINPÊKIRINA MAF Û HIQÛQÊ    Seroka Rêvebera Multecî-Derê parêzer Gîzem Metîndag jî bi xalên ku divê Menaf Osman neyê dersînorkirin rave kir û wiha got: “Di çarçoveya benda 54/1-a-b-d de ya derbarê Menaf Osman de biryar hatiye girtin ku wî dersînor bikin. Heke wî dersînor bikin wê mafên wî mirovî û hiqûqî bên binpêkirin. Dersînorkirina wî li dijî heq û hiqûqê ye.”