Cezayê hucreyê dan girtiyê îtîrazî têla li ber paceyê kir 2023-09-07 13:18:34     AMED - Ji ber Mûhammed Kartal ê li Girtîgeha Tîpa Y a Antalyayê tê ragirtin, ji ber îtîrazî têla li ber paceya qawişê kiriye, cezayê hucreyê lê hatiye birîn.    Mûhammed Kartal ê li Girtîgeha Tîpa Y a Antalyayê tê ragirtin, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû dimînin vegotin. Kartal, anî ziman ku malzemeyên paqijiyê nadin wan, xwarin nebaş in û ava gerim jî bi awayekî keyfî didin. Kartal, diyar kir ku ji ber îtîrazî têla li ber paceya qawişê kiriye, cezayê hucreyê lê hatiye birîn.    Malbatê li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin, banga hestiyariyê kir.