‘Bila zarokên kurd bi kêfxweşiya perwerdehiya zimanê zikmakî biçin dibistanan’ 2023-09-07 13:38:41   STENBOL - Rêxistinên HDP û Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê destnîşan kirin ku mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî bingehîn e û divê rê li ber astengiyên ku zarok bi kêfxweşî perwerdehiya zimanê zikmakî werbigirin bê vekirin.    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Bajarê Stenbolê têkildarî sala nû ya 2023-2024’an a perwerdehiyê li avahiyên xwe ku hevpar bikar tînin civîna çapemeniyê li dar xistin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê Kezban Konukçu, Çîçek Otlû û Celal Firat, Heseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Beser Çelîk beşdarî civînê bûn. Di civînê de ewilî parlamenter Kezban Konukçu û Celal Firat axivîn.    ‘PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ WÊ WELAT DEMOKRATÎK BIKE’    Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol jî daxuyanî da û bal kişand ser pirsgirêka perwerdehiyê ya ku bi milyonan xwendekarên kurd ên li Stenbolê pê re rû bi rû dimînin. Bîrol anî ziman ku her sal çawa ku zarokên kurd bê perwrdehiya zimanê zikmakî dest bi sala nû ya perwerdehyê û hînbûnê dikin dê îsal jî bê zimanê zikmakî dest pê bikin. Bîrol diyar kir ku ev yek jî nêzîkatiya desthilatdariyê ya li ser neçareserkirina pirsgirêka kurd nîşan dide. Bîrol destnîşan kir ku astengkirin û qedexekirina perwerdehiya bi zimanê zimakî bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye û wiha got: “Nedayîna perwerdehiya bi zimanê zikmakî astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna welat e. Em dîsa dibêjin; perwredehiya bi zimanê zikmakî vî welatî dabeş nake. Berevajî vê yekê wê welat demokratîk bike. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e. Divê rê li ber rêyên qanûnî ya zarokên kurd a bi kêfxweşî biçin dibistanê were vekirin. Divê rê li ber rêyên qanûnî yên perwerdehiya zimanê zikmakî were vekirin. Zarokên kurd dixwazin bi zimanê ku perwerdehiyê bibinînin û serfiraz bimînin.”