BES: Ji qesrê edalet dernakeve 2023-09-07 14:53:57   NAVENDA NÛÇEYAN - BES’ê diyar kir ku di heyamek ku Destûra Bingehîn xitimî ye de demokrasiyek ku tê nîşandan heye û ji qesrê edalet dernakeve.    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a Amedê têkildarî serbixwebûna darazê û daxwazên kedkarên darazê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da. Endam û rêveberên BES’ê û Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji qesran edalet dernakeve” hat hildan û dirûşm hatin berzkirin.    ‘DEMOKRASIYA XWEDÎGIRAVÎ NÎŞANÎ ME DIDIN’    Sekretera Jinan a Şaxa BES’ê ya Amedê Gunel Ozel daxuyanî da û diyar kir ku bi salane ew ji bo darazek serbixwe û pirsgirêkên kedkarên darazê bên çareserkirin têdikoşin û got: “Daraz ketiye bin kontrola desthilatdariya siyasî. Desthilatdarî biryarên vê daraza heyî ku nayên qebûlkirin, nas nake. Mafên destûrî jî bi awayek kêfî tên astengkirin. Destûra bingehîn di heyamek ku hatiye xitimandin de derbas dibe. Di vê heyamê de jî dixwazin demokrasiyek xwedîgiravî nîşanî me didin. Desthilatdarî dixwaze bi temamî darazê bixe bin kontrola xwe. Divê li gorî rêgezên destûra bingehîn jî daraz serbixwe be. Daraz destpêkirina sala edlî jî li qesrê dike û hebûna xwe înkar dike.”    ‘KEDKARÊN DARAZÊ NANOZIKOYÎ DIXEBITIN’    Ozel destnîşan kir ku pêvajoyên dozên ku bi salane didomin jiyana kedkarên darazê veguherandiye kabûsê û kedkarên darazê bi nanozikoyî dixebitin û meaşek pir hindik werdigirin. Ozel got ji sala 2009’an ve heta niha tu mafek aborî yên kedkarên darazê li pêş neketiye.    Ozel di dawiya daxuyaniyê de jî daxwazên ku bila bên başkirin ên kedkarên darazê rêz kir.    EDENE Û ANTALYA    Şaxên BES’ê yên Edene û Antalyayê jî bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin şert û mercên xebatê yên kedkarên darazê werin başkirin.