Qeyûmê Pirsûsê 41 kargeh hilweşandin: 4 kes hatin binçavkirin 2023-09-07 15:08:06   RIHA - Li navçeya Pirsûsê 41 kargehên aydê galerîvanan bi hinceta “qaçax in” ji aliyê qeyûm ve hatin hilweşandin. 4 galerîvanên bertek nîşanî biryarê dan hatin binçavkirin.    41 kargehên ku aydê galerîvanan bûn û di navbera navçeya Pirsûs a Rihayê û gundê wê yê Elîgorê de bûn bi îdiaya ku “qaçax in” ji aliyê şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de ye ve hatin hilweşandin. Leşkerên bi TOMA û gaza îsotê êrişî galerîvanan kirin, bi hinceta “kevir avêtine” 4 kes binçav kirin.    Dikandarên ku bertek nîşanî hilweşandina kargehan a bêyî biryareke hilweşînê hebe dan, diyar kirin ku biryar siyasî ye. Dikandaran anîn ziman ku di 17’ê adarê de bi Îbrahîm Guneş ê weke qeyûm tayînî şûna qeyûm Kenan Aktaş hate kirin re hevdîtin kirine û diyar kirin ku Guneş ji wan re wiha gotiye: “Heke AKP di hilbijartinan de dengekî bilind negire ez ê nehêlim ku hûn bêhnê bistînin. Ez ê hemû kargehên we hilweşînim.”   Di hilbijartinên giştî yên dawî hatin kirin de li navçeyê Partiya Çepên Kesk ji sedî 66,3 AKP’ê jî ji sedî 22,1 deng girtibû.