Cenazeyê Tekîn li Bismilê hate veşartin 2023-09-08 08:16:53   AMED - Cenazeyê endamê HPG’ê Mahmût Tekîn ê li Cîlo jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî piştî 5 mehan radestî malbata wî hate kirin li navçeya Bismilê hate veşartin.    Cenazeyê endamê HPG’ê Mahmût Tekîn (Botan Êriş) ê di 28’ê adarê de li qada Alanduz a herêma Cîlo ya Colemêrgê di şerekê de jiyana xwe ji dest da, duh ji goristana bêkesan a Serê Solan a girêdayî navenda Colemêrgê hate wergirtin. Cenazeyê ku ji aliyê malbata Tekîn ve hate wergirtin, bi şev anîn goristana li Taxa Seyrantepe ya navçeya Bismil a Amedê.    Polîsên ku goristan dorpêç kirin destûr nedan ji bilî ferdên malbatê kes tev li merasîma cenaze bibe. Ceneazeyê Tekîn ji aliyê ferdên malbatê ve hate veşartin.