Hunermend Kadîr Çat: Bi awayekî keyfî hatim binçavkirin 2023-09-08 08:49:49   RIHA - Hunermend Kadîr Çat ji ber stranên di konsera Rihayê de hate binçavkirin û piştre hate berdan. Çat, got ku bi awayekî keyfî hatiye binçavkirin.    Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê di çarçoveya kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” de konserek li dar xist. Hunermend Kadîr Çat tev li konserê bû û hate binçavkirin û piştre hate berdan. Konser li eywaneke dawetan a li navçeya navendî ya Halîliyeyê hate lidarxistin. Çat, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hate binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê. Rêveberên Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel û Mehmet Alî Aslan ji bo piştgiriya hiqûqî ya bi Çat re di dema îfadeyê de amade bûn.    ‘HEMAN HINCETE’   Ji ber strana Kemal Pîr, Çat îdiaya “pesnê endamên rêxistinê” dide hate tawanbarkirin. Çat, diyar kir ku gotin û awazê stranê yên wî ne û wiha got: “Mafên telîfê yên stranê yên min in. Beriya niha jî di sala 2010’an de li Rihayê û di sala 2023’yan de li Aydinê ji ber vê stranê îfadeyê min hate girtin û doz hate vekirin. Min ji her du dozan jî beraet kir.”    Parêzera Çat, Ayşe Şehrîban Demîrel jî destnîşan kir ku Çat bi awayekî derhiqûqî hatiye binçavkirin û ev tişt anî ziman: “Miwekîlê min hunera xwe dike û azadiya wî ya xweîfadekirinê hatiye astengkirin. Ji ber gotinên stranê di demên berê de jî hatiye darizandin û beraet kiriye. Em wan tawanbariyên tên kirin qebûl nakin.”    Parêzer Mehmet Alî Aslan jî da zanîn ku miwekîlê wî ji ber heman sedemê cara 3’yemîn e tê binçavkirin û wiha derbirî: : “Hewl didin li ser miwekîlê min tirsê belav bikin. Biryara binçavkirinê derhiqûqî ye. Em van tawanbariyan qebûl nakin.”    ‘BINÇAVKIRINA KEYFÎ’   Piştî kar û barên îfadegirtinê, hunermend Çat ji bo rapora tenduristiyê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan û li wir hate berdan. Çat, destnîşan kir ku Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê bi awayekî keyfî ew binçav kiriye û wiha bertek nîşan da: “Ji ber strana Kemal Pîr hatim binçavkirin. Ji ber vê stranê di demên berê de jî hatim binçavkirin. Hewl didin vê stranê qedexe bikin. Bi van sepanên xwe hewl didin çavê me bitirsînin. Lê belê ne Kemal Pîr tirsiya û ne jî em ê bitirsin.”