Kincên Înan ên perçekirî piştî 8 salan radestî malbata wê kirin 2023-09-08 09:01:35 ŞIRNEX - Kincên şewitî û perçe bûyî yên keça dayika Taybet Înan, Heznî Înan a ku di dema qedexeyên derketina derva ya Cizîrê de di jêrzemînan de hate qetilkirin, piştî 8 salan radestî malbata wê hatin kirin.    Di 14’ê kanûna 2015’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Di qedexeya 38 rojan de 68 kes hatin qetilkirin û gelek welatî jî birîndar bûn. Yek ji kesên hate qetilkirin jî dayika Taybet Înan a 55 salî bû ku cenazeyê wê 7 rojan li nava kolanê mabû. Keça dayika Taybet, Heznî Înan jî di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de, di jêrzemînên Cizîrê de bi awayekî hovane di heman mehê de hate qetilkirin. Cenazeyê wê piştî bi mehan radestî malbata wê hate kirin û li cem dayika wê hate definkirin. Di 6'ê îlonê de, 8 sal piştî qedexeya derketina derve, Midûriyeta Polîsan a Silopiyayê bavê Înan Halît Înan geriya û jê re got, "Were emanetê xwe bigire" li gel vê telefonê malbata Înan çû miduriyeta polîsan. Li wir poşetekî ku qazaxek, pantorek û xirkeyekî şewitî û perçekirî tê de bûn radestî malbatê hatin kirin.    'RÊZ Û HURMETA DEWLETÊ EV E'    Birayê Înan, Omer Înan diyar kir ku ev dewlet bi vê rêbazê dixwaze ku êşa malbatan mezintir bike û wiha axivî: "Duh dora seat 3-4'an Miduriyeta Polîsan a Navçeyê li bavê min geriya. Ji bavê min re gotin,' werin emanetê we heye' em jî îro çûn. Me anî û emanetê wan ji sê perçeyan pêk dihat. Emanetê me ev bû. Rêz û hûrmeta dewletê ev e. Ev tê çi wateyê? Dixwazin ku tirsekî li ser me çêbikin û bibêjin, 'me wiha li zarokên we kir û em ê wiha li we jî bikin' ev kinc yên kengî ne hûn dizanin? Yên dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê ne. Ev perçeyên wê komkujiyê ne. Ez çi bibêjim, nizanim? Dikin zerfan de û piştî 8 salan didin me. Dikaribûn wê rojê ji bidana me. Lê bi vî rengî dixwazin ku ji me re qehrekê çêbikin û em paşve gavê biavêjin. Lê em di doza xwe de paşve gavê naavêjin. Em bi van perçeyên kincan jî serbilind in."   'EV ŞERMA TIRKIYEYÊ YE'    Înan, anî ziman ku dayika wî jî bi heman hovitiyê hate qetilkirin û got ku ew ê li dijî zilmê tu carî serê xwe netewînin û ev tişt got: "Diya min jî di qedexeya derketina derve de qetilkirin. Xwîşka min jî di jêrzemînên Cizîrê de qetilkirin. Ev tu car ji bîra me naçe. Em ê vê bikin muze. Ez ê van kincan bi mal ve daliqînim. Em heta ku hebin em ê ji bîr nekin. Em ê nîşan bidin ku dewlet çiqasî rûreşe. Ev şerma Tirkiyeyê ye. Bi ser qedexeyan re 8 sal derbas bûn lê nû didin me. Dixwazin bêjin ku dawiya we hemûyan dê wisa be. Lê ew nizanin ku em çiqas kêm bibin ewqasî jî zêde dibin, em xelas nabin."    MA / Zeynep Dûrgût