Êrişa berfireh a li dijî gundên Minbicê hate têkbirin 2023-09-08 11:03:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê şevê din êrişeke dijwar birin ser gundên bakur û rojavayê Minbicê. Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiv da êrişan û êriş têk bir.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di derengiya şeva berê de ji bejahî ve êrişeke berfireh bir ser gundên Ereb Hesen, Muhsenlî, Toxar, Em Edese û Um Cilod ên li bakur û rojavayê Minbicê. Di heman demê de herêm bi top û moşekan hate topbarankirin.  Bi destpêkirina êrişan re şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî bersivên tund dan. Hat zanîn ku heta serê serê sibehê jî pevçûnên dijwar qewimîn.    Hat zanîn ku di pevçûnan de bi dehan endamên komên paramîlîter hatine kuştin û birîndarkirin. Her wiha gelek amûr û alavên komên paramîlîter jî hatine rûxandin. Hat zanîn ku di van kêliyan de jî artêşa tirk û komên wê yên paramîlîter ên li başûrê Cerablusê bi topan êrişî gundên bakur û rojavayê Minbicê dikin.   TIL TEMIR   Her wiha artêşa tirk û komên wê yên paramîlîter ji şeva berê heta niha gundên Tewîle, Til Tewîl, Asuriye, Til Cuma, Um El Xêr, Til Gerebêt û Gozeliyê yên li rojavayê navçeya Til Temirê û gundê Dirdara yê li bakurê navçeyê bi çekên giran topbaran dikin.