Li Girtîgeha Panosê 3 jin bi saetan rastî îşkenceyê hatin 2023-09-08 18:54:39   AGIRÎ- Li Girtîgeha Panos a Tîpa L'yê gardiyanên mêr li girtî Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişerê xistin. Girtî bi saetan bi awayekî dest û pêyên wan bi hev ve girêdayî hatin sekinandin.    Li Girtîgeha Panos a Tîpa L'yê di 31'ê Tebaxê de gardiyanên mêr li qawîşên jinan geriyan. Girtî Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer li ber vê yekê rabûn. Girtiyên jin diyar kirin ku divê mêr nekevin qada ku jiyana taybet a jinan e. Piştî bûyerê bi rojekê jinan xwest hevdîtinê bi dozgerê girtîgehê re bikin, lê daxwaza wan hat redkirin. Li ser vê jinan vê yekê bi lêdana derî protesto kirin. Bi protestoyê re 40 gardiyan ketin hundir û 40 deqeyan li ser hev li girtiyên jin xistin. Li gor agahiyên bi dest ketin, girtî 4 saetan bi awayekî dest û pêyên wan bi hev ve girêdayî li odeya rawestandinê hatin sekinandin.    Di dema îşkencekirinê de midûrê yekem, duyem û sêyem ê girtîgehê jî li ber serê jinan sekinîn. Li gor agahiyên bi dest ketine mudûrê yekem ji jinan re gotiye: "Ên pirsgirêkên li vir radigihînin derv e hûn in. Ge rhûn pirsgirêkên li vir ragihînin derve hûn ê di vî halî de bin."    Hat ragihandin gava gardiyanan jinan li rîngê siwar kirine bi porê wan girtine û ew bi erdê ve kişandin. Jin bi awayekî destê wan ji paş de kelemçekirî sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.   Her wiha girtiyên mêr jî ji bo vê yekê protesto bikin li deriyan xistine û der barê 4 girtiyan de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin.    Li gor agahiyên parêzerê ku li girtîgehê serdana jinan kir, dewsa îşkenceyê li ser canê jinan hebûye.    MA / Berîvan Kûtlû