Kamyon kete nav merasîma cenaze: 5 kes mirin 25 kes birîndar bûn 2023-09-09 12:54:19   MEREŞ - Li navçeya Andirînê kamyona ku frena wê negirt, li welatiyên ku nimêja cenazeyî dikir da. Li gorî agahiyên ewil 5 kesan jiyana xwe ji dest da 25 kes jî birîndar bûn.    Li Taxa Dariovasi ya girêdayî navçeya Andirîn a Mereşê kamyona ku frena wê negirt, li welatiyên ku nimêja cenazeyî dikir da. Li gorî agahiyên ewil 5 kesan jiyana xwe ji dest da, 25 kes jî birîndar bûn. Tîmên ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin, ji bo kesên di bin kamyonê de mane xelas bikin xebatên xwe didomînin.